Xebatên xizmetguzariyê li Dêrazorê berdewam in

Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê dest bi çaksazkirin û qîrkirina rêyên sereke û nesereke yên kantonê kir. Proje ji rojavayê kantonê dest pê kiriye û tê pêşbînkirin ku ew di kêmtirî 60 rojan de bi dawî bibe.

Xebatên xizmetguzariyê li Dêrazorê berdewam in
Xebatên xizmetguzariyê li Dêrazorê berdewam in
Xebatên xizmetguzariyê li Dêrazorê berdewam in
Xebatên xizmetguzariyê li Dêrazorê berdewam in
Xebatên xizmetguzariyê li Dêrazorê berdewam in
Xebatên xizmetguzariyê li Dêrazorê berdewam in
7 îlon 2024   07:10
DÊRAZORÊ
ZEHRA EL SALIH

Di 2024'an de Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê bi rêya şaredariyên xwe gelek projeyên xizmetguzariyê li rojava, rojhilat û bakurê kantonê kirine.

Di çarçoveya zêdekirina projeyan de yekitiyê dest bi projeyên çaksazkirin û qîrkirina rêyên sereke û nesereke yên bajar û bajarokên kantonê kir.

Rêveberê projeya qîrkirina rêyên kantonê Ebdulwahid Ebdulletîf da zanîn ku şaredariyê ji bajarokê Mihêmîdê yê rojavayê kantonê dest bi projeyan kiriye.

Ebdulletîf diyar kir ku di projeyê de rêya Mihêmîdê bi dirêjahiya 6 kîlometre, penahiya 7 metreyan û stûrahiya 7 santîmetreyan tê qîrkirin û got: "Piştî bidawîkirina vê xebatê, herêma Mihêmîdê ya rojavayê Dêrazorê dê bi rêya giştî ya 'Xurafî' ya di navbera Dêrazor û Hesekê de, were girêdan."

Ebdulletîf destnîşan kir ku piştî bi dawîkirina projeyê dê berê xwe bidin çaksazkirina rêya Cisr El Fedên a bi dirêjiya 3 kîlometre, penahiya 3 metre û stûrahiya 7 santîmetreyan were kirin. Dûre dê dest bi qîrkirina rêya bajarê Sûr a bi dirêjiya 1 kîlometre, penahiya 7 kîlometre û stûrahiya 20 santîmetreyan were kirin.

Şaredariyê dê dest bi sererastkirina rêya bakurê kantonê yê li herêma Riwêşid bike.  

 Dû wê re dê rêyên rojhilatê kantonê, rê û kolanên bajarê Zîban, Şihêl, Bisêra, Bohesen, Ebû Hemam, Xeranîc bêne sererastkirin û dê qîrkirina rêya zeviya Tenek û rêya sûka Hecînê were domandin.

Li gorî Ebdulletîf Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê  ji bo sererastkirin û qîrkirina rêya16 hezar û 500 metrecab qîr veqetandiye.

Li gorî çavdêrên projeyan, divê ev xebatên şaredariyan di kêmtirî 60 rojan de temam bibin.

Hemwextî van projeyan jî, Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi sererastkirin û qîrkirina rêya kantona Dêrazorê - Reqayê kir.

Rê li ser 2 qonaxan dê were qirkirin, destpêkê rêya ji çerxerêya Maamil heta herêma Sewa, di qonaxa duyemîn jî ji rêya bajarê Sewa heta bajarê Kesra tê were sererastkirin û qîrkirin.

(mh/şx)

ANHA