Salih Muslim: Mijar partiyek nîn e, hebûn û tunebûna Kurdan e
Hevserokê PYD`ê bal kişand ku peymana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de lîstikeke dijî hemû gelên Kurdistanê ye û got: “Mijar ne partiyek an jî perçeyek e, hebûn û tinebûna Kurdan e. Divê demildest gel û partiyên Kurdan bibin xwediyên yek helwestê.”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, peymana ku 15`ê Tebaxa 2024`an di navbera Enqere-Bexdayê de hate îmzekirin ji ajansa me re nirxand.
Bi gotina, “Lîstîkên Osmaniyan xilas nabin” Salih Muslîm peymana şiband peymana Adanayê ya ku sala 1998’an di navbera Tirkiye û Suriyeyê de hatibû îmzekirin. Muslîm got: “Peymana Adanayê ya sala 1998`an ku bi Sûriyeyê re çêkiri bû, mînakek vê ye. Heta niha jî vê peymanê bikar tînin. Peymana 15`ê Tebaxê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de jî wiha ye. Li pişt deriyên veşartî peyman çêkirin. Tiştên niha dikin naveroka wê ye. Ev peyaman lîstikeke li ser gelan e.”
‘SEWRWERIYA IRAQ Û BAŞÛR HATE BINPÊKIRIN’
Muslim destnîşan kir ku bi vê peymanê re serweriya Iraqê bi temamî hatiye binpêkirin û wiha berdewam kir: “Axa wan hatiye dagirkirin û ji dewleta Tirk re dibêjin `were em îmze biavejin.` Rewabûnekê didin dagirkeriya dewleta Tirk. Ji xwe serweriya Başûrê Kurdistanê bi giştî hatiye binpêkirin. Ev peyman Başûrê Kurdistanê di qûncikekê de asê dike. Derî ji derdorên di bin kontrola dewleta Tirk de re vedikin. Şengalê dide windakirin, guhertinên demografîk dide çêkirin.”
‘MIJAR HEBÛN Û TINEBÛNA KURDAN E’
Muslîm siyaseta Komara Tirkiyeyê ya dijî Kurdan bibîr xist û anî ziman ku ev siyaset li ser tinebûna Kurdan dimeşe. Muslim bal kişand ser xeteriya ku Kurd tê de ne û diyar kir ku mijar ne tenê partî an jî perçeyek Kurdistranê ye, mijar hebûn û tinebûna Kurdan e. Muslim wiha berdewam kir: “Di Projeya Mezin a Nû ya Rojhilata Navîn de jî dewleta Tirk armanc dike ku hemû Kurdan tune bike. Heya niha jî planan çêdike û dixwazin planên wan yên pêk nehatine jî pêk bînin. Misak-î Mîllî yek ji wan e. Ev plan dijî hemû Kurdan e. ji bo vê yekê, tişta ku tif kiriye jî, niha di alîse. Tiştên ji bo hikûmeta Şamê gotibûn, di alîse. Sedema vê ew e ku planên tunekirina Kurdan nebirine serî. Mesele ne tenê Rojava an jî partiyek e. Mesele hebûn û tunebûna Kurdan e.”
‘DIVÊ GELÊ ME HIŞYAR BE!’
Salih Muslim got divê demildest gel û partiyên Kurdan bibin xwediyên yek helwestê û ev bang kir: “Divê gelê Kurd li hemberî van plan û peymanan hişyar be. Ji bo têkçûna van planan divê yekîtî bê avakirin. Ev karê me hemû patiyan e ku deng û helwesta me yek be.”
(a)
ANHA