‘Serkeftinên jinên azad li xweşiya faşîstên totalîter naçin’

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan got serkeftinên jinên azad û zana li xweşiya faşîstên totalîter naçin. Jinan anî ziman ku îradeya jinên azad ji pergalên faşîst bihêztir e.

‘Serkeftinên jinên azad li xweşiya faşîstên totalîter naçin’
7 îlon, 2024   03:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê yên li Helebê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan û têkoşîna jinan a li hemberî van êrişan nêrînên xwe anîn ziman.

’DEWLETA DAGIRKER JINÊN PÊŞENG DIKE ARMANC’

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulîstan Çawîş da zanîn ku azadî mafekî xwezayî û rewa yê jinan e, li ser vî esasê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş dan destpêkirin ku bi şoreşa jinan tê naskirin.

Gulîstan diyar kir ku rola pêşan a jinan a di hemû qadan de li xweşiya pergalên faşîst ên totîalîter naçe, lew ra jinan dikin armanc.

Gulîstan îşaret pê kir ku siyasetên dewleta Tirk ên li dijî jinan tiştekî nû nîn e û wiha domand: "Siyaset û êrişên dewleta Tirk ên bi armannca têkbirina ezmûnên jinan tiştekî nû nin in. Şehîdxistina Hevrîn Xelef, Gulîstan Tara û Hêro Behadîn îsbata vê yekê ne."

Gulîstan bang li hemû jinan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê mezin bikin  û got, Meclisa Jinan a Sûriyeyê dê ji bo rêgirtina li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û hesabpirsîna jê têkiliyan bi rêxistinên têkildar re bidomîne.

’DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN’

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinana  Sûriyeyê Rîham Mihemed diyar kir ku jin bingeha civakê ne û got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên pêşeng bi armanca jihevbirina civakê ye.

Rîham, Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi "Şoreşeke mezin" bi nav kir. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser jinan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

’ÎRADEYA JINA AZAD Û ZANA JI FAŞÎZMÊ BIHÊZTIR E’

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Nûr Silêman anî ziman êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan rastiya wî ya faşîst nîşan dide û wiha pê de çû: "Ev êriş diyar dikin ku dewleta Tirk çi qasî li hemberî îradeya jina azad û zane lawaz e."

Nûr Silêman destnîşan kir ku jin bi rêya xwe perwerdekirin û xwe rêxistinkirinê dikarin xwe biparêzin.

(bb)

ANHA