Xebatên sererastkirina dibistanan berdewam in

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di çarçoveya amadekariyên sala xwendinê ya nû de sererastkirina dibistanan didomîne. Sererastkirina 8 dibistanan dike bi dawî bike.

27 tebax, 2024   13:30
AMÛDE

Desteyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di çarçoveya amadekariyên sala xwendinê ya nû de, di havînê de dest bi sererastkirina dibistanan kir. 

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê bi koordîneya Komîteya Dibistanan a Amûdê dest bi xebatên sererastkirina gelek dibistanên bajêr û gundan kiriye.

Werşeyên sererastkirinê derî, pencere, daniştok û kanalîzasyonên dibistanan, amadekirina ava vexwarinê, boyaxkirin, peydakirina amûrên germkirinê û sotmeniyê kirine.

Li gorî endamê rêveberiya Komîteya Dibistanan a Amûde Ebid El Cebar Berakat 8 dibistan li bajarê û gundan têne sererastkirin û di demeke nêzîk de dê bi dawî bibin.

(şx)

ANHA