13 Rojnamevanan li dijî êrîşan bang kirin

13 rojnamevanên welatên cuda têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li hemberî xebatkarên çapemeniya azad bang li saziyên eleqeder kirin ku pêşiya sûcên dewleta Tirk bigirin.

13 Rojnamevanan li dijî êrîşan bang kirin
27 tebax, 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe rojnamevan, çalakvan, mamosta, şoreşgeran dike hedef. Herî dawî jî di 23’yê Tebaxê de du rojnamevanên çapemeniya azad qetil kir. 
Divê çarçoveyê de 13 rojnamevanên welatên cuda bi nameyekê bang li saziyên peywendîdar kirin.
Name bi vî rengî ye:

– Balyozxaneyên welatên biyanî li Bexdayê

– Konsolosxaneyên li Herêma Kurdistanê

– Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor

– Hemû sendîka, çavdêriyên mafên mirovan û rojnamevanan

Roja înê, 23’yê Tebaxa 2024’an, we hemûyan bûyereke trajîk û dermirovî temaşe kir. Li ser rêyeke qelebalix û dûr ji hemû qanûn û rêzikên têkildarî serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê, droneke Tirkiyeyê du rojnamevanên jin kirin armanc. Gava ku nasnameya wan aşkera bû, ew çekdar nebûn, li meydana şer nebûn, ew rojnamevan bûn û dema ku karê xwe yê rojnamevaniyê dikirin, hatin kuştin.

Em wek rojnamevan hêvî dikin ku ev bûyer ne tenê wek nûçe û binpêkirinekê bê qeydkirin, her wiha bi rêya kanalên xwe yên siyasî û dîplomatîk hûn Tirkiyeyê neçar bikin ku dest ji vê terorîzma siyasî berde û rojnamevanan nekişîne nav şer. Ev kiryara terorîstî ya Tirkiyeyê dûrî hemû prensîp û qanûnên şer û mirovahiyê ye.

Em li bendê ne ku hûn di demeke nêz de tev bigerin da ku gef û tehdîdan ji holê rakin, rê li ber kuştina rojnamevanan û bertengkirina karê rojnamevaniyê bigirin.

Rojnamevanên ku name îmze kirine:

Ebdullah Mela Nûrî – Siyasetmedar û parlamenterê xanenişîn

Guhdar Zêbarî – Rojnamevan û çalakvan

Dr. Elî Zelmî – Mamosteyê zanîngehê / Brîtanya

Şaxewan Elî Derwêş – Rojnamevan / Brîtanya

Saman Elaedîn Neqşbendî – Medyakar / Elmanya

Emîn Hacî Zelmî – Rojnamevan û çalakvan

Jiyan Mobêrg – Medyakar / London

Niyaz Ebdullah – Rojnamevan û parêzerê mafên mirovan / Fransa

Hewraman Nîmet – Rojnamevan, çalakvan / Brîtanya

Hendrên Hewramî – Rojnamevan / Belçîka

Îsmaîl Hemerehîm – Serokê Rêxistina Zîno bo Parastina Şûnewaran

Niyaz Hamid Brahîm – Şîrovekarê karûbarên Rojhilata Navîn / Kanada

Jalane Neqşebendî – Rojnamevan / Elmanya”