Xebat Andok: Ev pêvajoya avakirina jiyana azad e

Xebat Andok der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got “Ev pêvajo qonaxa duyemîn a têkoşîna me ye. Avakirina jiyana azad e. Ev bi me ve girêdayî ye. Ji ber ku mirov azadiyê ji desthilatdaran naxwaze. Tenê tu bi xwe dikarî jiyana azad, demokratîk û wekhev ava bikî. Berpirsyariyên me zêdetir bûne.”

Xebat Andok: Ev pêvajoya avakirina jiyana azad e
25 tîrmeh, 2025   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn zemîna avakirina komînan, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok pirsên ajansa me ANHA’yê bersivandin.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi endamê Konseya Rêveber a KCK’ê re Xebat Andok re wiha ye:

* Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dîrokî da û di çarçoveya wê de PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist. Di 9’ê Tîrmehê de jî cara yekemîn piştî 27 salan dîmenên Rêber Abdullah Ocalan derketin û di 11’ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk hinek çek şewitandin. Hûn vê pêvajoya ji 27’ê Sibatê heta 11’ê Tîrmehê çawa pênase dikin?

Em pêvajoyê wek Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase dikin. Sedsala 20’an wekî her kes dizane bû sedsala têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd. Berdêlên pir mezin hatin dayîn. Bi taybet jî di 52 salên dawîn ên têkoşîna li ser navê Kurd û Kurdistanê de bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê hate meşandin. Ev pêvajo xwe dispêre têkoşîna 52 salan, vê jî hinek encam bi xwe re anîn û niyet ew e ku mirov xwe bispêre van encaman, bi rêbazên cuda têkoşînê ber bi qonaxeke cuda ve bibe. Wateya wê çi ye? Vê têkoşînê pirsgirêka hebûnê ya gelê Kurd ji holê rakir. Yên ku pirsgirêka hebûnê ji bo gelê Kurd derdixist, bê guman hêzên desthilatdar bûn, hêzên sermayeya giştî ya modernîteya kapîtalîst bûn. Bi vî awayî PKK bû tevgera mayîndekirina hebûna gelê Kurd. Li hemberî hêzên desthilatdar û dagirker hebûna gelê Kurd da pejirandin. Mirov dikare bêje ev di têkoşîna me de qonaxa yekemîn bû, qonaxa îspatkirina hebûna xwe. Ji bo me qonaxa duyemîn avakirina jiyana azad e. Ev bi me ve girêdayî ye. Ji ber ku mirov azadiyê ji desthilatdaran naxwaze. Tenê tu bixwe dikarî jiyana azad, demokratîk û wekhev ava bikî. Ev jî dibe beşa civaka demokratîk yanî di bangewaziya Rêber Apo de jî ew hebû. Yanî beşek aştî ye, beşek jî civaka demokratîk e. Beşa aştiyê beşa ku em ê bi dewletê re bikarin hinek tiştan bi pêş bixin. Beşa duyemîn jî beşa civaka demokratîk e û qonaxa em ketinê ew qonax e, ev jî di esasê xwe de xwe dispêre avakirina civaka demokratîk. Bê guman rewşa Rojhilata Navîn heye û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye, tê meşandin. Bi destê hêzên sermayeya gerdûnî ev tê meşandin. Di Rojhilata Navîn de gel pir êşê dikişînin. Rojane bi sedan kes tên kuştin. Li ser navê olperestiyê, mezhebperestiyê, neteweperestiyê, li ser navê desthilatdariya mêran, bi rêbazên cur bi cur êrişeke bîrdozî û polîtîk heye li ser Rojhilata Navîn. Rêber Apo bi vê bangewaziya xwe ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi awayekî giştî dixwaze rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên civakî, neteweyî, olî û hwd nîşanî gelên Rojhilata Navîn bide. Bi vî awayî gelên Rojhilata Navîn bike xwedî bername û proje. Bi mejiyekî demokrattir, tê de azadî, wekhevî, xwenespartina hêzên desthilatdar heye, dixwaze rê nîşanî gelên Rojhilata Navîn bide. Ev jî beşeke wê ye. Bi vî awayî hem rê nîşanî gelên Rojhilata Navîn dide, hem jî di têkoşîna gelê Kurd de qonaxa nû destnîşan dike, me hemûyan vedixwîne pêvajoyê. Aliyekê wê jî dewleta Tirk e. Ji ber ku dewleta Tirk bi bangewaziya Bahçelî ev pêvajo li gel xwe da destpêkirin. Bê guman ew ji hinek tiştan tirsiyan, bûyerên di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li Rojhilata Navîn diqewimin, diyar e ji bo wan pirsgirêka hebûn û nebûnê heye. Hêzên hegemon, hêzên modernîteya kapîtalîst, eger mirov pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neke, dikarin destwerdanê bikin, welatan parçe bikin. Ev xetere dîtin, ji ber ku mînak jî hene. Rewşa Iraqê, Efganistanê, Lîbyayê, Sûriyeyê li holê ye. Ji bo ew jî bi vê re rû bi rû nemînin, hesab kirin. Gotin ev sed sal e me hewl da em gelê Kurd tune bikin, asîmîle bikin, lê nekarîn. Ne PKK’ê ew bi temamî têk birin, ne jî wan PKK tune kir. Bi vî awayî ev hesab kirin, derfetek jî ava kirin, herî kêm derfeta bangewaziyê, derketina vîdeoyê û hwd ava kirin. Ev pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, wan jî ji bo hebûna xwe guncaw dîtin û ev pêvajo niha dimeşe.

‘EV PÊVAJO DEMOKRATÎKBÛNA ROJHILATA NAVÎN DI NAVA XWE DE DIHEWÎNE’

* Hinek vê pêvajoyê wek xetereyekî dibînin. Gelo tu xetereya vê pêvajoyê li ser dewlet û welatên herêmê heye?

Ji bo gelan tu xetereya wê tune ye. Ji ber ku gelê Kurd ne hêzeke desthilatdar e. Li hember gelan sûcekî nake. Tevgera me ya Apoyî hîn ji roja destpêkê ve ji bo gelê Kurd, gelê herêmê û tevahî mirovahiyê xizmetê dike. Tenê xwe feda kiriye, têkoşîna demokrasiyê, azadiyê û wekheviyê daye. Xwedî bername û bîrdoziyeke wisa ye. Ji destpêkê ve tevgereke enternasyonal û mirovahiyê ye, tevgereke jinan e. Ji ber vê jî pêwîst e gelê cîran bi qasî serê derziyê li pêvajoyê nekevin gumanan. Pêwîst e bizanin ev pêvajoya ku wekî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diyar dibe, lê ne wisa ye. Pêvajoyeke herêmî ye, cîhanî ye. Di nava xwe de demokratîkbûna Rojhilata Navîn dihewîne. Destkeftiyên ku dê ji vê pêvajoyê de bên bidestxistin ji bo tevahî mirovahiyê, jinan, hêzên civakî dê bi kêr bê. Nivîskar, ronakbîr, jin, ciwan, hêzên demokratîk paradîgmaya Rêber Apo ji xwe re esas digirin. Xetereya ji bo dewletan li gorî berjewendiyên wan e, bê guman yên xwedî hesabên cuda, bi taybet jî hêzên hegemon îhtîmal e nexwazin pêvajoyên bi vî awayî bi pêş bikevin. Ji ber ku ew dixwazin di Rojhilata Navîn de her kes li hev bikeve. Gel bibin dijminên hev, ol bibin dijminên hev, her tim di navbera gelan û dewletan de pirsgirêk çêbe. Jixwe bi vî awayî bi Rojhilata Navîn dilîzin. Di heman demê de bi xwe ve girê didin, ji bo ku bikarin destwerdanê bikin. Derdê wan ne demokrasî û azadî ye. Berovajî derxistina pirsgirêkan, aloziyan e. Ji wê sûdgirtin û li gorî berjewendiyên xwe bikaranîn e. Yê ku li vir êşê dikişîne gel e. Dewlet jî zirarê dibînin. Dema em pirsgirêka Kurd bikolin, beriya sed salî hêzên hegemon ev pirsgirêk derxistiye. Ji bo ku piştre destwerdanê bikin.

* We qala avakirina civakeke azad kir, dendika wê jî komîna demokratîk e. Hûn çawa dikarin avakirin û komîna demokratîk pênase bikin?

Hinek peyv hene bi bîrdoziyên cuda hatine şêlûkirin, xirab hatine nîşandan. Dema mirov tîne ziman wekî ku vedîtineke nû ye. Ne wisa ye. Mînak komîn çi ye? Ji du peyvan tê. Ji komê tê, peyva ku herî baş Kurdan îfade bike ev e. Ji kombûyînê tê. Jiyan bi esas, komî ye. Her tişt komî ye, hevokên em dibêjin jî kombûyîna hin peyvên cuda ye. Têkiliyeke wan dike hevok heye. Zanist dibêje her tişt ji atomê pêk tê, di hundirê wê de elekton û proton, notron hene, ev kombûyînek e. Xweza jî ji tiştên cur bi cur pêk tê û hev temam dike, ev kombûyînek e. Di laşê mirov de kombûnek heye, wê demê heqîqet komî ye. Civakê de jî jin, ciwan, mêr, zarok hene, gelên cuda hene, xweda û xwezayê wisa rengîn çêkiriye, rengînî zimanê hebûnê ye. Ji derveyî rengînbûyînê tiştek din ji xwe re esasgirtin ji derveyî heqîqetê ye. Ji bo wê em dibêjin dendika jiyanê komîn e. Milê wê yê demokratîkbûn çiye, dema mirov komîn bû bi awayek xwazayî ya rastî demokratîk dibî, demokrasî çi ye? Tunebûna bindest û serdestan e, binirxbûyîn e, xwe rêvebirin e. Ji derveyî demokrasiya dewlet qalê dike, mirov dikare her tiştê xweşik di nava demokrasiyê de bîne ziman. Mînak, dema Kurd û Ereb bikarin bi hev re û awayek azad bijîn, komîn derdikeve holê. Jin û mêr, du yekeyên cuda ne, her yek bi rengê xwe jiyaneke wekhev ava bikin ew dibe komîn. Mezin û biçûk, ev ol û olê din, tişta di vir de esas çiye, serdestî û bindestî nepejirandin e. Xwe kole û efendî nedîtin e. Xwe kirina hêza çareseriyê, her kes bi hêza xwe diaxive, tevlê dibe, nîqaşan dike, biryaran digire, wan biryaran jî bixwe pêk tîne. Komîna demokratîk mirov dikare li ser wî esasî bêje dendika jiyana azad û wekhev e.

‘DENDIKA KOMÎNÊ TÊKILIYÊN JIN Û MÊRAN IN’

* Mirov dikare bêje zemîna komîna demokratîk li Kurdistan û Rojhilata Navîn heye ku were avakirin?

Madem ku jiyan heye, zemîna komînê jî heye. Raste di bin bandora desthilatdariyê de, di nava pergala dewletê û mêrê desthilatdar de pir zêde xirab bûyîn çêbûye. Serdestkirin û bindestkirin pir çêbûye, lê dîsa jî komîn weke tov lewaz bûbe jî bêguman heye. Nexwe piştî derketina dewletê yan jî beriya wê dema desthilatê û bi navên cûr be cûr em lê dikin, ev nayê wê wateyê piştî derketina desthilatê jiyan hemû bû desthilatî. Nabe wisa nîne, heqîqet ne wisa ye. Eger wisa be em li vir çi dikin, mînak jiyana me, em nabêjin em çarçar komîn in, lê em xwedî îddayê ne ku nîşanî her kesî bidin komîn çi ye, çawa ye. Di nava tevgera me de komîn tê jiyîn, mînak jin heye, mêr heye, yek ji wan ne serdest ya di ne bindest e. Her kes bi hêza xwe, reng û dengê xwe tevlî avakirina jiyana xwe ya rojane dibe. Berxwedana ku tevgera me bi salane pêşdixe, evqas serkeftin bidest xistiye jî xwe dispêre vê. Di eşîran, qebîleyan, civakê de bi şêweyên cuda komînbûyîn heye. Lê heta astekî ye. Tişta ku pêwîste pêşbikeve çiye, divê di van şêwazan de desthilatdarî ji holê rabe. Mirov bikaribe serdestî û bindestiyê ji holê rake. Dendika vê jî çiye, dendika vê jî têkiliyên jin û mêr in. Li cihekî eger di têkiliyên jin û mêran de sererastkirin çênebe, li wir komîn çênabe. Eger mêr dest ji mêrbûyîna xwe ya desthilatdar bernede, xwe wek wekhevê jinê nebîne, li wir bi awayekî otomatîk mêr li hemberî komînê asteng e. Ji ber vê yekê komînbûyîn ferz dike ku mêr dest ji vê mêrbûyîna xwe berde. Ferzeke din heye, pêwîst e jin bindestî û xwebiçûkdîtinê nepejirîne. Ji ber ku ne bêhêz e, ev hemû derewên mêrê desthilatdar e. Ji ber wê jî pêwîst e jin li gorî hêza xwe, li gorî cewher û xwezaya xwe, li gorî dîroka xwe bikarin xwe tev li jiyana azad bikin, bibin hêzeke avaker, heta mêr li derdora jinan biçin bên. Jin bibin pêşeng, dema ev çêbû, komîn li cihekî baştir ava dibe.

* Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke demokratîk heye, ew jî bingeha xwe ji komînan digire. Gelo agahiyên we der barê komînên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hene, hûn çawa dibînin?

 Jiyana me jî komînal e, lê em wek rêxistineke li Herêmên Parastinê yên Medyayê dijîn. Esas di nava civakê de komîn çawa ye, encamên çawa derdixe, çawa tê avakirin, a rastî her kes vê pirsê ji Rojava dike. Em jî vê pirsê ji Rojava dikin. Çavê me jî li Rojava ye. Ji ber ku qada pratîkbûyînê ye. Dema mirov bi awayekî giştî bîne ziman, bê guman eger di nava van şert û mercê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê, El Nusra, hêzên dagirker ên derdorê, heta hêzên di aliyê bîrdozî de êriş dikin ev qas li ber xwe dide, wê demê li wir sekneke komîna demokratîk heye. Eger mirov qet der heqê Rojava de agahdar nebe jî, encam vê dide nîşandan. Wekî din li wir heta astekê pêşengtya jinan heye, bê guman ev têkoşîneke ku sînorê wê jî tune ye. Sînorekî azadiyê, wekheviyê, edaletê, jiyaneke xweşik tune ye. Ji ber wê jî Rojavayê Kurdistanê çi qas serkeftî be jî nikare bêje ez serkeftî me. Ji ber ku ji serkeftinê serkeftîtir tişt heye. Ji ber wê jî pêwîst e mirov jiyana azad a tam armanc bike. Bi qasî em dişopînin, birêxistinbûyînek heye, ez bawer im pir zêde wekî hejmar komîn hene, çiyê wê rast e, çi şaş e, di vê mijarê de tiştekî zêde bibêjim tune ye. Ew jî paradîgmaya Rêber Apo esas digirin, bi paradîgmaya Rêbertiyê bi ser ket. Wê demê kar û bar jî li ser esasê vê paradîgmayê tê meşadin, wê demê pêwîst e li gorî wê paradîgmayê be. Dema mirov dinirxîne, mînak çi qas demokratîk e, perwerdeyeke pir xurt pêwîst dike. Bê perwerde çênabe, ji ber ku em hemû hatine perwerdekirin. Bi destê civaka kevneşopî, bi destê dagirkeriyê, bi destê pergala qirker, bi destê pergala modernîteya kapîtalîst, şêweyekî didin me. Ji bo tu tiştekî nû çêkî ji te re perwerdeyeke cuda pêwîst e. Her komîn pêwîst e li vê bifikire. Gelo ez çi qas di aliyê mêjî de, di aliyê hişmendiyê de li derveyî vê pergala heyî me. Ev şert e, em vê wek akademî bi nav dikin. Her komîn pêwîst e bibe akademî. Akademîkbûyîn ev e. Der barê pîvanên azadiyê de hev rexnekirin e. Destwerdana li jiyana hev e. Çi qas ji bo vê yekê vekirî ne. Her komînek di encamê de meclisek e. Çawa ku di meclisê de her kes bi heman axaftinê ye, axaftinek di ser ya din re nîn e, axaftina herî rast kêrhatîbûyîn e, wê demê mirov mejiyê xwe dike yek, mirov nîqaş dike, mirov di nîqaşê de rengîn dibe û biryarekê dide û wê biryarê pêk tîne. Divê komîn li bendê nemîne hinek kes werin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Komîn ji bo bikare xwe bi rê ve bibe, bi xwe nîqaş bike, bi xwe biryaran bide, bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike, komîn ev e. Divê mirov jî wisa be, em ji vê/vî mirovî re dibêjin mirovên azad, ji vê komînê re dibêjin komîna demokratîk. Jiyana azad û wekhev jî bi vê yekê çêdibe.

ANHA