​​​​​​​Hîdrolog: Dewleta Tirk, Iraq û Sûriyê bi karesateke mirovî re rû bi rû dihêle

Reportaj Summay

​​​​​​​Hîdrolog: Dewleta Tirk, Iraq û Sûriyê bi karesateke mirovî re rû bi rû dihêle
21 hezîran 2022   04:47

Hîdrolog Remedan Hemze da zanîn ku ji ber kontrolkirina jêderên çemê Firatê bi temamî ji aliyê dewleta Tirk ve û bikaranîna çemê wek çekeke bêdeng, Sûriye û Iraq dê bi hişkesaliyeke dijwar re rû bi rû bimînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 16 mehan ve ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê qut kiriye, ev jî nîşaneya karesatê dide ku dê gefan li milyonan welatiyên Sûriyê û Iraqê bixwe.

Têkildarê mijarê, ajansa me bi hîdrolog û sekreterê Komeleya Avnasî ya Navneteweyî Remadan Hemze re li ser xeteriyên sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser ava herêmê, nexasim ava di sînor re derbas dibe, hevpeyvînek çêkir.

Remedan Hemze got çemê Firatê damara jiyanê ya Sûriyê û Iraqê ye, li gel rewşa siyasî ya bêîstîqrar li her du dewletan niha li ber gefên ziwabûnê ye û wiha got: “Dibe ku xeteriyên dualî yên jîngeh û mirovî bi xwe re bîne. Ji ber van şert û mercên siyasî, her du welat pergalên avdanê nû nekirin û sûd ji tekenolojiya pêşketî negirt ku bikaranîna avê sînordar bikin. Ji ber lawazbûna îradeya siyasî ya hikumetên Şam û Bexdayê dewleta Tirk hegemoniya xwe li ser çemê ferz kir. Tevahî projeyên dewleta Tirk yên ji projeya El-Kab, qanûnên ava çeman a navneteweyî û protokolên taybet ên danûstandina bi parên avê yên çemên navneteweyî yên hevbeş bin pê kirin.”

Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye:

*Girîngiya çemê Firat ji bo Sûriyê û Iraqê çi ye?

Ji bo Sûriyê û Iraqê ev çem, damara jiyanê ye. Şêniyên li ber keviyên çemê bi taybet Iraqê ji 6 hezar salan ve ava çemê ji bo avdan û çandiniyê bi kar tînin. Bi wê re împratoriyên ku pişta xwe didan çandiniya avî geş bûn. Lê ji ber piraniya kombûnên (anku kaniyên) ava çemê Firatê li hundirê Tirkiyê ne û ji sedî 90 herikînên sererdê yên çemê ji çiya û bilindahiyên rojhilatê Tirkiyê ne, ew jî bi sedema helandina qeşa ku di dawiya bihar û destpêka havînê de çêdibe, dewleta Tirk çemê kontrol dike û li dû xwe erdên bûr li her du welatan dihêle.  

Ji sala 1960’î û vir ve dewleta Tirk plan dike ku bendên sereke ava bike da ku sûdê ji ava çemê Firatê werbigire. Bi rastî jî, destpêkê bendava Keban li Tirkiyê ava kir. Piştre dewleta Tirk plan kir ku xebatên hîdrolîkî yên sereke li ser dirêjahiya ava çemê Firatê û şaxên wê di nav sînorên xwe yên siyasî de pêk bîne. Dema ew projeyên avdanê yên girêdayî van planan bi temamî bixebitin, dê pêdiviya her du welatan ji avê ji herikîna heyî, mezintir be.

Texmîn heye ku her du welat yên herî zêde azar ji ber vê yekê bikişînin. Dê bandora li ser Iraqê dijwartir be. Ji ber ku avê li wir bi dawî dibe. Xuya ye çarseriya dayîm û yekane jî avakirina desteyeke navneteweyî ye ji bo çavdêriya parvekirina adil a ava çemê Firatê bê avakirin. Lê niha xuya nake ku lihevkirineke dayîm di navbera her sê dewletan de pêk were.

*Ji salên borî ve û heta roja îro dewleta Tirk bi rêjeya ji sedî 60 ji miqdara li ser hatiye lihevkirin ava çemê Firatê kêm kiriye, gelo bandorên van kiryaran li ser gelên Sûriyê û Iraqê di vê demê de çi ne?

Li gor daneyên NY’yê,nêzî 5 milyon sûrî û 7 milyon iraqî xwe dispêrên ava çemê Firatê ku êdî rûbirûyî gefên ziwabûn û hişkbûnê ye. Ji ber rewşên siyasî yên ne aram li her du welatan, pergalên avdanê nehatin nûkirin, sûd ji tekenolojiya pêşketî nehat wergirtin ku avê kêm xerc bikin. Ji ber kêmbûna barîna baranê ya zêde, zûhabûnê ku bi awayekî diyar bandor li peydakirina ava vexwarinê û avdanê li gelek parêzgehên her du welatan kir. Ev yek bi awayekî neyînî rasterast bandor li ewlehiya xwarinê ya Sûriyê û Iraqê kir. Dê bandora wê di pêşerojê de dijwartir be. Siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên kontrolkiirina herikîna ava çemên Firat û Dîcle li dijî qanûnên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî yên têkildarî par û mafên dewletên ku çem di axa wan diherikin de ye. Koordînekirin û lihevnekirin bi Iraq û Sûriyê re, dê encamên trajîk bi xwe re bîne. Rêjeya avê li her du welatan gelek kêm bûye û gihaştiye ser rûyê erdê. Ev yek dê zuhabûnê zêde bike nexasim ji ber guhertinên avhewayê baran kêm dibare. Dê şêniyên gundewar ku xwe dispêrin çandiniyê û sewalvaniyê, jêderên debarê ji dest bidin. Yanî dê ewlehiya civakî jî têk biçe, di encama zêdebûn û dubarebûna zuhabûnê, dê cotkar neçar bibin ku ber bi bajaran ve koçber bibin. Ev yek dê kamberên xizaniyê ava bikin û dê cotkar karê xwe bigihere û ev yek dê bi xwe re planên geşepêdanê jî biguherîne.

*Ger sûc û kirinên dewleta Tırk berdewam bikin, gelo wê bandorên demdirêj an jî xeterî çi bin?

Ya yekemîn, divê li ser asta navneteweyî Tirkiyê wek berpirsa kêmbûna avê li Sûriyê û Iraqê bê dîtin. Ji ber ava çemê Firatê kêm kir ku berê li gorî lihevkirina di navbera Sûriyê û Tirkiyê de sala 1987`an de di her saniyekê de 500 metrekab bû û niha tenê 200 metrekab e. Ev sûcek li dijî her du gelên Sûriyê û Iraqê ye. Kontrolkirina stasyona avê ya Elûkê ji aliyê dewleta Tirk ve ku avê dide bajarê Hesekê, nîşaneyeke diyar bû ku Tirkiye avê wek çekekê di şerê xwe de bi kar tîne da ku çemê Firatê herî kêm di axa Sûriyê de kontorl bike. Li ser wê bazaran bike, da ku ewlehiya herêmê têk bibe. Ji ber wê herikîna ava çemê Firatê kêm kir. Bikaranîna avê wek çekekê, ji gelek aliyan ve, gelek xeter e. Xilaskirina her du gelan ji vê yekê, pêwîstiya wê bi tevgerekê ji aliyê gel û hikumetê ve heye ku pê re li ser asta navneteweyî bertek bê girtin nexasim NY, rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan, avê, çandiniyê, jîngehê. Da ku herî kêm bandorên kêmbûna avê û zuhabûnê li ser her du welatan û ewlehiya wan a xwarinê, sivik bikin.

*Heta ku derê Enqere pabendî qanûnên navneteweyî yên girêdayî çemên di sînorê wê re were derbas dibin û lihevkirinên Şam û Bexdayîêye, gelo wê çawa rola paşguhkirina rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji vê dosyayê re were nirxandin?

Mixabin, dewleta Tirk tu qanûnên navneteweyî yên kar û barên van çeman bi rêxistin dike, nas nake. Her wiha wê peymana taybet a çemên navneteweyî yên hevbeş a NY’yê ya sala 1997’an îmze nekiriye. Ji aliyekî ve ji Sûriyê para xwe ji çemê Asî dixwaze, ji Bulgaristan, Yewnanistan û Georgia jî mafên xwe dixwaze, ji ber ku av derbasî wan welatan dibe, lê ji aliyekî din ve serweriya xwe li ser hawizên çemên Dicle û Firatê ferz dike. Ev yek jî girêdayî lawazbûna vîna siyasî ya Sûriyê û Iraqê ye û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî jî ji ber ku ji wan daxwazeke fermî di vê yekê de nehate xwestin nikarin vê erkê pêk bînin.

Dema plansazkirin, pêkanîna lêkolîn û dîzaynkirinê, li gorî qanûnên navneteweyî yên taybet bi dabeşkirina ava çemên navneteweyî yên hevpar an jî bendên banka navneteweyî û komseriya bendavên cîhanê yên taybet bi rawestandina fînansekirina projeyên bendavan ku dewlet û saziyên li ser van çeman planan wan dikin ku beşdarî danûstandin û peymanan bi dewletên li nêzî heman hawizê nabin, Dewleta Tirk tu danûstandin bi dewletên heman çemê pê re parve dikin re pêk neanîn. Ji lew re qedexekirina herikîna ava çemê Firatê ji Sûriyê û Iraqê re çeka dewleta Tirk a bêdeng e bi taybet li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ew jî nîşaneyeke karesatên jîngeh û mirovî ye.

Ev yek îdiayên dewleta Tirk ên dewrew ku ne sedema vê karesatê ye ya ku gefan li Sûriyê û Iraqê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, eşkere dike. Ji ber ku dewleta Tirk ji aliyê jeo-polîtîk ê dagirkirinê bi awayekî xapînok ê siyasî sûd wergirt. Li gorî piranî danayên xwezayî û mirovî Sûriye û Iraq bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi sedema kontrolkirina herikîna ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hişkesaliyeke dijwar re rû bi rû bimînin. Ji ber wê dê zêdetirî ji sedî 50 ji herêmê azarên hişkesaliya dijwar, nebûna avê, mirina masiyan û kêmbûna ava bîran bikişînin. Ev hemû nîşaneyên karesatê ne. Barîna baranê bi nîvê rêjeya normal bûye û li parçeyên din ên welat jî ji çaryeka asta xwazayî ye. Bendavên Sûriye û Iraqê hema bêje vala ne, ji ber ku depoya wan pir kêm bûye. Kanî ku jêdera ava vexwarin û çandiniyê ji piranî gundan re bûn, ew jî hem ziwan hem jî kêm bûne.

Mixabin, dewletên rojavayî û hin rêxistinên NY’yê ku divê li gorî biryar û kongreyên xwe parastina jîngeha çeman tevbigeriyana, bi awayekî lez piştevaniya projeyên dewleta Tirk ji aliyên darayî, pîşeyî û siyasî ve dikin. Sedema herî girîng a destekdayîna vê projeyan, siyasî ye û girêdayî hewandina sîstemên ku beşê jêrîn ê van her du çeman ji aliyê aborî û siyasî parve dikin e, ji ber ew hikumet navendên pêşdeçûn û hevirkiyê ji dewleta Tirk re ji aliyê bazirganiyê ve ne, mîna Sûriyê.

*Gelo dewleta Tirk tevlîheviya ewlehiyê ya li Iraqê û şerê li Sûriyê bi kar tîne da ku çemên ji Tirkiyê derdikevin ku çemên navneteweyî ne veguherîne çemên Tirkiyê û siyaset û stratejiyên xwe li gorî wê bemişîne û piştre hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bike?

Bê guman rast e, ger ne ji vê kaosê bûya ku dewleta Tirk li herêmê afirandiye û şerê navxweyî çênebûya wê nikarîbûya dosyaya avê wek şantajeke siyasî li dijî herêmê pêk bianiya, gundewarên Sûriyê û Iraqê ji şêniyên wê vala bikira, bi taybet şêniyên Ahwar ên Iraqê. Bi vê yekê xwest li bajaran şênî zêde bibin û alozî ji ber bêkarî, xizanî û nezanînê çêbibe, plana geşkirinê li gundan bi taybet di beşa çandiniyê de bi bin bikeve. Di dawiyê de jî gendelî, zordarî, xizanî û mehrûmkirin li her du welatan çêbibe. Tevahî projeyên dewleta Tirk ên di çarçoveya projeya Kab de li dijî qanûnên av, çemên navneteweyî û protokolên taybet bi danûstandina parên avê yên çemên navneteweyî yên hevpar ên nava dewletan de ne. Zanîngeha Parastina Neteweyî ya Amerîkayê di 1999’an de raporek bi sernavê "Sêgoşeya Firatê" ya têkildarî bandorên ewlehî yên projeya başûrê rojhilata Anadolê derxist. Di raporê de helwesta DYA’yê û NATO’yê li ser avakirina projeya Kab hate eşkerekirin, mînak ji berjewendiyên DYA’yê ya neteweyî ye ku Tirkiyê ewle û îstîqrar be û Tirkiyê mejiyê başûr ê NATO’yê ye, ew li ser sînorê sê dewletan e (Iraq, Sûriyê û Îran) ku dibe ew dewlet gefan li DYA’yê bixwin.

*Heta kîjan astê Şam û Bexda cidî nêzî vê dosyayê dibin?

Em tu cidiyeta hikumetên Şam û Iraqê têkildarî naskirina xeteriyên van krîzên avê ku bûye pirsgirêk, nabînin. Ew her du welatan datîne ber keviya karesatên mirovî. Ji ber kêmbûna ava çemê Firatê gefan li depokirina avê li bendavên Sûriyê û Iraqê dixwe, her wiha bi wê qirêjiyê zêde dike û xeteriya li ser masîvaniyê dike, anku wê karesateke jîngeh û mirovî çêbike. Bandorên hişkesalî û rewşên avhawayî yên tund ên li ser herêmê wê bandorên mezin li ser mirov, jîngeh û xwezayê bike. Dê civakên biçûk ên li gundan bi taybet li Cizîra Sûriyê, çolistana Iraqê û herêmên Firatê yên navîn bandor bibin. Her wiha ji ber kêmbûna ava çeman ji hêla dewleta Tirk ve qirêjî li çeman çêbû, pileya germahiyê bilind bû û oksojîn kêm bû. Li kêleka wê jî ava sererd a ji bo çandiniyê jî kêm bû. Heke qutkirina avê berdewam bike, wê depoyên avê yên binerd jî zirareke mezin bibîne.

*Gelo hûn dibînin ku ewlehiya avê êdî ji her demê zêdetir pêwîstiyek e û divê ji bo parastina her du dewletan tevgerek were kirin, bi taybet şerê avê êdî ji şerên normal mitisîdartir e?

Binpêkirina ewlehiya avê ku xwetêrkirina dewletekê pêk tîne mijareke xeternak e. Divê jêderên avê di rewşeke îstiqrar de bê hiştin, ev yek bi rêya pêkanîna hevsengiyê di nava jêderên avê yên heyî û pêdiviyên avê yên cuda de niha û di dema pêş de pêkan e. Ava navneteweyî ya hevpar êdî di nava ajandeyên siyasî yên dewleta Tirk û Îranê de ye. Dema li ser parên Sûriyê û Iraqê yên avê tê axaftin, serokkomarê Tirkiyê yan jî hempîşeyê wî yê Îranê destwerdanê dikin û siyasetên avê li şûna ku aliyên pîşeyî wî karî bikin, nexşe dikin. Ev nîşaneyeke pir xeternak e. Kêmkirina herikîna ava çemê Firatê ber bi Sûriyê û Iraqê nîşnaeya polîtîzakirina dosyaya avê ye û piştre bazariyê li ser avê bi petrolê Iraqê re bikin û ji bo xwestekên din jî bazariyê bi Sûriyê re bikin. Ji ber wê jî divê Iraq û Sûriyê stratejiyên hevbeş ên geşkirina danayên avê pêk bînin. Siyasetên avê yên ji bo fînansekirina danayên avê yên heyî bixin xizmetî bingeha avakirina aborî ya xurt ku ew jî pişta xwe dide çandiniya nûjen û pêşketî li şûna çandiniya klasîk a somerî. Bi taybet beşa çandiniyê, ji ber ew a herî zêde avê bi rêya ji sedî 70 heta 90 avê xerc dike.

(fr)

ANHA