Jinên li Dirbêsiyê li benda dîtina Rêber Abdullah Ocalan in

Jinan li bajarê Dirbêsiyê gotin ew dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin û ji bo wan, ew rêberê azadiyê, aştiyê û nûnerê tevahê gelên bindest e.

Jinên li Dirbêsiyê li benda dîtina Rêber Abdullah Ocalan in
25 tîrmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şêniyên bajarê Dibêsiyê yê kantona Cizîrê gotin ew ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û li perspektîfên wî yên ji bo aştiyê û avakirina civake demokratîk guhdar bikin, bi israr in.

Şêniya bi nave Danyal Şêxî got: “Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo gelên bindest, azadiya jinan, avakirina civaka demokratîk, dehf dide min ku em bi israr bin wî bibînin.”

Danyal wiha domand: “Banga aştiyê û civaka demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan ragihandiye, berdewama têkoşîna gelan a ji bo bidestxistina aştiyê û edaletê ye.”

Şêniya bi navê Şeha Şêxî jî got ew dixwaze Rêber Abdullah Ocalan di nav gelê wî de bibîne û projeya wî ya neteweya demokratîk bi hevgirtina pêkhateyên civakê encamdar bû.

Şêniya bi navê Hemîde Îso jî kêfxweşiya xwe bi dîtina Rêber Abdullah Ocalan di peyama wî ya dawîn a bi dîmen de rave kir û got: “Şênî li benda azadiya Rêber Abdullah ocalan in. Dixwazin wî bibînin û pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk temam bikin û bi hev re ji bo siberojeke baştir kar bikin.”

Jina ciwan a bi navê Hemrîn Omer jî got: “Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd vejand. Têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê û edaletê xurttri kir. Ew rêberê mirovahiyê tevda ye.”

Di dawiyê de Hemrînê wiha anî ziman: “Ji mafê me ye em Rêber Abdullah Ocalan bibînin. Lewma em banga azadiya wî ya fîzîkî dikin ji bo ku ew bi me re û di nav me de bijî.”

(şx)

ANHA