Li Siwêdayê ji bo belgekirina sûcan 6 komîteyên qanûnî

Ji bo belgekirina sûcan û xurtkirina pergala dadgeriyê, pêşkêşkirina desteka qanûnî û lojistîk, belgekirina tevahî tedbîr û raporan bi awayekî fermi, 6 komîte li Siwêdayê hatin avakirin.

Li Siwêdayê ji bo belgekirina sûcan 6 komîteyên qanûnî
24 tîrmeh, 2025   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me li Siwêdayê ragihand ku ji bo belgekirina sûcan bi awayekî fermi, pêşkêşkirina destekên qanûnî û lojistîk ji aliyên rêveberî û hiqûqî yên civaka xwecih a Siwêdayê ve, komîteyên qanûnî û rêxistinî hatin avakirin. 

Nûçegihanê me destnîşan kir ku “di çarçoveya bangên ji bo piştgiriya hewldanên karmendên li ser erdê, birêxistinkirina xebatên saziyan û koordîneyê navbera wan, dabînkirina dîsplîna qanûnî, belgekirina tedbîr û raporan bi awayekî fermî ji bo ku wê ji aliyên derve re werin pêşkêşkirin de, komîte hatin avakirin.

Nûçegihanê me aşkera kir ku 6 komîte hatin avakirin, kesên dê çavdêriya van komîteyan jî bikin hatin diyarkirin û di bin çavdêriyeke rasterast a dadgehê erkên çavdêrên komîteyan bi vî rengî hatin diyarkirin:

Komîteya lêkolînkirina rastiyan û sûcan, diyarkirina ziyan û ziraran di bin çavdêriya dadger Mufîd Emaşê de. Ji bo wê dikarin li vê telefonê bigerin: 0944713664/0938277850.

Komîteya daweyên girêdayê sûcan di bin çavdêriya dadger Eymen El Herfûş de, ji bo wê dikarin li vê hejmarê bigerin: / 09558665880934279019

Komîteya birêxistinkirin û belavkirina alîkariyan di bin çavdêriya dadger Îxlas Derwîş de, ji bo wê dikarin li vê hejmarê bigerin: 0988751328

Komîteya tibî û şerî di bin çavdêriya dadger Şadî Murşid, ji bo wê dikarin li vê hejmarê bigerin: 0953747171 / 0997080979

Komîteya belavkirina alîkariyên madî di bin çavdêriya dadger Îmad Zehredîn, ji bo wê dikarin li vê hejmarê bigerin: 0933160988

Komîteya kar û barên îdarî (kehrebe, av û xebatên din) di bin çavdêriya dadger Mutez El Sayix de, ji bo wê dikarin li vê hejmarê bidin: 0947232768 / 0947590722

Li Siwêdayê ji 13`ê Tîrmehê ve, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êriş kir û dûre komên bi navên “hêzên êlan” êriş kir û di encamê de hezar û 300 kes hatin kuştin. Gelek ji wan hatin darvekirin.

(şx)