Wezîrê Parastinê yê Pakistanê gefa êrişkirina Efganistanê xwar

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê destnîşan kir ku ger Talîbanên Pakistanê gefên xwe bidomînin ew ê rêya bazirganiyên ji Pakistanê ber bi Efganistanê ve qut bikin.

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê gefa êrişkirina Efganistanê xwar
21 adar, 2024   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xewace Asif di hevpeyvîneke de bi "Dengê Amerîka" re destnîşan kir ku Talîbannên Efganistanê Talîbanên Pakistanê ranewestînin, dê artêşa Pakistanê dîsa êrişî Efganistanê bike.

Xewace Asif diyar kir ku Pakistan naxwaze şer bi Efganistanê re bike, lê belê Talîban wê yekê dixwaze.

Xewace Asif destnîşan kir ku ger Talîbanên Efganistanê êrişên Talîbanên Pakistanê ranewestandin wê demê Îslam Ebad dê rêya bazirganiyê ya ji Pakistan heta Efganistanê qut bike.

Xewace wiha domand: "Ger Efganistan me wek dijmin bibîne wê demê çima em ê rê bidin wê ku bigihîje korîdoreke bazirganî? Metirsiya Talîbana Efganistanê êdî pir mezin bûye û wiha dom nake."

Sibeha 18'ê Adarê balafirên şer ên Pakistanê li dijî herêmên Xost û Bektiya yên Efganistanê êriş pêk anîn. Ew êriş wek bersivdayîna êrişên Talîbana Pakistanê yên li dijî hêzên ewlekariyê yên Pakistanê li bakurê Wezîristanê bûn.

(mh)