Ji destpêka îsal ve 229 kes di êrişên DAIŞ'ê de hatine kuştin

Di êrişeke çeteyên DAIŞ'ê li dijî komkarên kuvarkan (dumbelan) li çolistana Reqayê de, kuştî û birîndar çêbûn.

Ji destpêka îsal ve 229 kes di êrişên DAIŞ'ê de hatine kuştin
21 adar, 2024   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di êrişeke çeteyên DAIŞ'ê li dijî komkarên dumbelanan li çolistana rojhilatê Reqayê de ku ew herêm di bin kontrola hêzên Şamê de ye, xortek hat kuştin û 2 kes din birîndar bûn.

SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka îsal ve di encama êrişên DAIŞ'ê li çolistanên Dêrazor, Reqa, Humis, Hema û Helebê de 229 kes hatine kuştin.

(mh)