Li Helebê sibe Newroz e

Piştî ku îro ji ber baranê Newrozê hat taloqkirin, sibe li Helebê şahiya Newroza 2024ˊan li dar dikeve.

Li Helebê sibe Newroz e
21 adar, 2024   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber barîna zêde ya baranê şahiya Newrozê ya Heleb, Kobanê û Şehbayê hat taloqkirin.

Nûçegihanên me da zanîn ku komîteya amadekar a Newroza Helebê diyar kir ku sibe li qada herêma Şiqeyêfê ya taxa Şêxmeqsûdê saet 11:00ˊan şahiya Newrozê li dar dikeve.

Her wiha komîteya amadekar a Newroza Kobanê jî ragihand ku sibe saet 10:00ˊan li qada Newrozê ya Girê Miştenûrê şahiya Newrozê li dar dikeve.

(mh)