Dayika dîlgirtiyekî banga serbestberdana tevahî girtiyan kir

Dayika şervanê QSD'ê Mihemed Cemîl Remo yê dîlgirtî banga diyarkirina çarenûsa kurê xwe û tevahî dîlgirtiyan û serbestberdana wan kir.

Dayika dîlgirtiyekî banga serbestberdana tevahî girtiyan kir
1 nîsan, 2026   05:35
QAMIŞLO

Dayika şervanê QSD'ê yê dîlgirtî Mihemed Cemîl Remo (27), Lîna Silêman diyar kir ku ji dema jinûve bicihbûna hêzan li herêma Dêr Hafirê ya gundewarên Helebê, agahî ji kurê xwe wernegirtiye.

Lîna Silêman destnîşan kir ku kurê wê Mihemed nêzî 13 sal e di nava hêzên leşkerî de ye û got, bi zêdebûna êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re anku di 10'ê Çileya îsal de çûye Dêr Hafirê.

Lîna Silêman da zanîn ku ji 17'ê Çileyê ve têkilî bi kurê wê re qut bûye û wiha domand: “Dema jinûve bicihbûna hêzan a li gorî peymana di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 17'ê Çileyê de, agahî jê qut bû û dîl hat girtin. 10 roj piştî dîlgirtinê dengek ji me re şand û got ew li Helebê dîl e û rewşa wî baş e.”

Lîna Silêman anî ziman ku beriya cejna Remezanê bi du rojan jî kurê wê Mihemed bi rêya telefonê bi wan re axiviye û got vê yekê dilê malbatê hinekî rihet kiriye, lê piştre agahî jê qut bûye, ev yek jî fikaran ji wan re çêdike.

Dayika Mihemed destnîşan kir ku 3 kurên wê bi hev re li Dêr Hafirê bûn û got yek birîndar bû, vegeriya û yê din jî rewşa wî baş e, lê Mihemed dîl hatiye girtin.

Lîna Silêman bang li aliyên têkildar kir ku tevahî dîlgirtiyan serbest berdin û got: "Hemû zarokên me ne. Eger kurê min venegere, ez ê bi xwe biçim daxwaza wî bikim.”

(bb)

ANHA