Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî  li Bexdaye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê  Ebas Arakçî gihişt Bexdayê, wê têkildarî peywendiyên navbera Îran û Iraqê her wiha pêşhatên dawî yên li herêmê de li gel rayedarên Iraqê hin hevdîtinan bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî  li Bexdaye
28 hezîran, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê  Ebas Arakçî bi serdanek fermî gihişt paytexta Iraq Bexdayê.

Li gor zanyariyan, Iraqçi wê li gel rayedarên payebilind yên Iraqê de li ser pêşxistina peywendiyên navbera her du welatan, her wiha pêşhatên herêmî de hin hevdîtinan pêkbîne.

Ev serdan piştî îmzekirina jihevtêgihiştina navbera Îran û Amerîkayê pêktê, her wiha hikûmeta Iraqê dest bi kampanya kontrolkirina çekên komên çekdar bi taybetî jî komên nêzî Îranê kiriye. Ev yek jî wek şikandina baskên Îranê û nehiştina bandora Îranê ya li ser Iraqê tê şirovekirin.