Artêşa Îsraîl ragihand li başûrê Sûriyeyê çekdar kuştin

Hate ragihandin ku di operasyona Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê de hejmarek çekdar hatin kuştin. Medyaya Sûriyeyê jî ragihand ku di 2 rojên borî de hêzên Îsraîlê ketin gundewarên rojavayê Derayê.

Artêşa Îsraîl ragihand li başûrê Sûriyeyê çekdar kuştin
28 hezîran, 2026   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku hêzên Lîwaya ‘‘Etzion‘‘ a Firqeya 210‘emîn duh li "herêma ewlehiyê"  ya başûrê Sûriyeyê hejmarek çekdar kuştine.

Artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "dê opersayonên xwe li herêma ewlehiyê ya başûrê Sûriyeyê bidomîne  û çi gefên ku welatiyên Îsraîlê an jî hêzên wê dikin armanc, tune bikin."

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) jî ragihand ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê îro bi 4 erebeyên leşkerî ji baregeha El Cezîra derket û ket bajarokê Meriya, gundê Abidîn û herêma Girê Mezir.

Yekîneyeke artêşê ku ji 8 erebeyên leşkerî pêk dihat duh ket gundê bajarokê Cumlê û gelek mal kontrol kirin. Beriya du rojan jî yekîneyek ji 7 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundê Meriye û bendek leşkerî li rojhilatê mizgeftê danî. Piştr çend mal kontrol kirin û rêwî xistin lêpirsînê ji bajarokê vekişiya.

(bb)