Lîsteya nû ya buhayên sotemeniyê

Wezareta Enerjiyê lîsteya nû ya buhayên benzîn, mazot û cereyên gazê diyar kir. Li gorî lîsteyê buha hatiye kêmkirin.

Lîsteya nû ya buhayên sotemeniyê
28 hezîran, 2026   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Enerjiyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêşniyarên komîteya daîmî ya diyarkirina buhayên petrolê û çavkaniyên madenî ya der barê kêmkirin buhayên sotemeniyê û bikaranîna lîreya Sûriyeyê li şûna dolarê de pejirand. 

Hate gotin, pêşniyar di çarçoveya civîna awarte ya komîteyê de hatibûn kirin û bi biryarekê hatin pejirandin.

Li gorî lîsteya nû ya buhayan; buhayê lîtreyek benzîna oktana 95 ji sedî 20.39 daket û bû 130 lîre (130 hezar lîreyên berê). Buhayê lîtreya benzîna oktana 90 ji sedî 19.97 kat û bûye 125 lîre (125 hezar pereyên berê). Her wiha buhayê lîtreya mazotê bi rêjeya ji sedî 14.37 daket û bû 170 lîre (hezar û 700 pereyê berê).

Buhayê cereya gazê jî ji sedî bi rêjeya 15.49 daket û bû 150 lîre li gorî pereyê nû (150 hezar lîreyên kevin). Buhayê cereya gazê ya pîşesaziyê jî bû 400 lîre li gorî pereyên nû (24 hezar li gorî pereyê kevin).

Wezaretê diyar kir ku ev biryar "Di çarçoveya lênerîna asayî ya buhayên petrolê û pêşniyarên komîteya damî, her wiha li gorî guhertinên aborî de hate dayîn, ku kairbe istiqrara sûkê xurt bike û mîsogeriya daîmî ya petrolê peyda bike, di heman demê de xizmeta welatiyan û aboriya nîştimanî bike."

Beriya derxistina vê biryarê kirîn û firotina sotemenî û gazê bi dolar bû. Li gorî lîsteya buhayan ku di Gulana îsal (2026) de hatibû derxistin, lîtreya benzîna oktan 90 bi 1.10 dolarî bû. Lîtreya benzîna oktana 95 bi 1.15 dolarî bû.  Her wila buhayê cereya gazê ya malan bi 12.5 dolarî bû.

Hêjeya bibîrxistinê ye ku Wezîrê enerjiyê yê Sûriyeyê di 23‘ê Hezîranê de biryara 822‘an a îsal (2026) derxist. Di biryarê de avakirina komîteyeke daîmî ji bo diyarkirina buhayên petrolê û çavkaniyên madenî hate ragiahndin.  Li gorî biryarê, komîte bi serokatiya cîgirê wezîrê enerjiyê yê kar û barên petrolê, ji nûnerên wezaretên enerjî, diravî, Banka Navendî ya Sûriyeyê, Şîrketa Petrolê, Şîrketa Sotemeniyê, nûnerên wezaret û Wezareta Aborî û Pîşesaziyê pêk tê.Di biryarê de hate diyarkirin ku erka komîteyê; buhayên petrolê û çavkaniyên madenî li gorî guhertinên herêmî û navneteweyî, buhayên cîhanî, lêçûn û serfkirina lîreya Sûriyeyê û mekanîzmeya destekkirinê lêkolîn bike. Di heman demê de esas û pîvanên taybet ên diyarkirina buhayan û nûkirina wan bi awayekî asayî deyne û pêşniyarên pêwîst pêşkêşî Wezareta Enerjiyê bike.

(bb)