Ji bo gerîlaya HPG`ê Azadî Dijwar merasîma xiyabî

Li bajarê Qamişlo ji bo gerîlaya HPG`ê Şehîda Azadî Djiwar merasîma xiyabî hat lidarxistin.

25 tîrmeh, 2025   19:49
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê, ji bo Gerîlaya (HPG) Azadî Dijwar (Weet Kenhêr) ku di 2`ê Tebaxa 2022`an de li herêma Zapê şehîd bûbû, mersîma xiyabî li dar xist.

 konê sersaxiyê li ber mala malbata şehîd ya taxa Qapî ya bajarê Qamişlo hate vedan. Di bin kon de wêneyên Şehîd Azadî Dijwar hatine daliqandin. Bi sedan şêniyên Qamişloyê, endamên Saziyên Civaka Sivîl, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, meclis û komînan amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fatima Casim sersaxî da malbata şehîd Azadî Dijwar û wiha got:“ Di bin vî konê rûmetê de em bi rêzgirtin bejina xwe li beramberî hemû şehîdan ditewînin, şehîdên ku ji bo welat û xaka xwe biparêzin canê xwe feda kirin.“

Fatima Casim anî ziman ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan maf û nasnameya gelê kurd li seranserî cîhanê hate naskirin û belavkirin.

 Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ê Nezîr Sofî axivî û hemû şehîd bi bîr anî û sersaxî ji malbata şehîd Azadî Dijwar xwest.

Sofî wiha got:“Em weke hêzên leşkerî soz didin ku em ê şopdarên rêya hemû şehîdan bin. Heya ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li ber xwe bidin û xeylên wan şehîdan pêk bibînin. Em ê her dem li ser kar û xebatên xwe bin û tu carî nehêlin ku welatê me têkeve bin destê desthilatdaran.“

(ekîb/k)

ANHA