Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: 31 hezar Filistînî hatine kuştin

Li gorî daneyên dawîn ên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka şer ve 31 hezar Filistînî hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: 31 hezar Filistînî hatine kuştin
9 adar, 2024   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka şer (7’ê Cotmeha 2023’yan) ve bi kêmanî 30 hezar û 690 Filistînî hatine kuştin û 72 hezar û 524 jî birîndar bûn.

Li gorî wezaretê di 24 saetên dawîn de jî nêzî 82 Filistînî hatin kuştin û 122 Filistiniyên din birîndar bûne.

Li gorî AFP’ê ku agahiyên xwe ji daneyên fermî yên Îsraîlê girtine , ji destpêka şer ve, zêdekirî hezar û 160 Îsraîlî ku piraniya wan sivîl in hatine kuştin.

(bb)