Li Tebqayê merasîmê lihevanîna du eşîran

Komîteya Lihevanînê ya Kantona Tebqayê bi merasîmekê du eşîr li hev anîn.

9 adar, 2024   17:22
TEBQA

Demek berê li kantona Tebqayê di navbera eşîra El Mexletan û eşîra El Nasir de şerek derketibû. Di encama şer de ji eşîra El Nasir kesek û ji eşîra El Mexletan 4 kes hatibûn kuştin.

Komîteya Lihevanînê ya Kantona Tebqayê bi merasîmekê her du eşîr li hev anîn. Merasîmê lihevanînê li bajarokê Sefsaf ê kantona Tebqayê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê û hejmareke rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat.

Di merasîm de gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de behsa girîngiya hevgirtina gelan a li hemberî hewldanên derxistina fitneyan hat kirin. Her wiha rola eşîran li herêmê hat destnîşankirin. Hate diyarkirin ku divê eşîr li hemberî hewldanên derxistina nakokiyan bibin mertal û piştgiriyê bidin QSD û Rêveberiya Xweser.

Piştî axaftinan her du eşîr (El Mexletan û El Nasir) li hev hatin.

(bb)

ANHA