Li Efrînê qirkirina xwezayê bê navber dewam dike

Li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirî 129 dar hatin birîn.

Li Efrînê qirkirina xwezayê bê navber dewam dike
9 adar, 2024   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrînê ya ku ji Adara 2018’an de di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de, sûcên dermirovî, talankirina milkan, guhertina demografî û qirkirina xwezayê bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dan, kesên di çarçoveya guhertina demgorafî li Efrînê hatine bicihkirin de, 16 darên zeytûnan û 5 darên guzan ên mezin ên welatiyê bi navê Mihyedîn Xelîl hatin birîn. Çavkaniyan diyar kir ku darên hatine birîn li ser rêya navçeya Cindirêsê nêzî gundê Kanî Gawirk ne.

Çavkaniyan dane zanîn ku li gundê Xelnêrê jî 12 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Îmad Hesen û 60 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ehmed Bental ji kokê ve hatin birîn.

Li gorî çavkaniyan, li gundê Qestel Miqdad ê navçeya Şerayê jî 29 darên zeytûnan û 7 darên bihîvan ên welatiyê bi navê Ehmed Omer hatin birîn.

(bb)