Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê 30 cenaze ji Îsraîlê wergirtin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê 30 cenaze ji Îsraîlê wergirtin, bi vî awayî hejmara giştî cenazeyên hatine wergirtin derket 195’an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê 30 cenaze ji Îsraîlê wergirtin
22 cotmeh, 2025   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di çarçoveya peymana agirbestê de, wan 30 cenaze bi rêya Xaça Sor ji Îsraîlê wergirtine.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê hejmara cenazeyên ku heta roja Çarşemê hatine wergirtin gihîştiye 195’an.

Wezaretê destnîşan kir ku 57 cenaze ji aliyê malbatên wan ve hatine naskirin, lê 54 cenazeyên ku nehatin naskirin îro hatine veşartin.

(ac/fr)

ANHA