Li bakurê Dêrazorê 2 DAIŞˊî hatin girtin

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku di operasyoneke ewlehiyê de H.A.Tˊê, Dezgeha Ewlekariya Giştî û bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, 2 DAIŞˊî li bakurê Dêrazorê girtin.

Li bakurê Dêrazorê 2 DAIŞˊî hatin girtin
22 cotmeh, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê operasyona ewlehî ya li bakurê Dêrazorê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di operasyonê de 2 DAIŞˊî hatin girtin, çekî, cebilxane û amûrên ragihandinê hatin destserkirin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hêzên me yên Taybet (H.A.T.) û Dezgeha Ewlekariya Giştî, bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, roja çarşemê (22 Cotmeh), di operasyoneke ewlehiyê ya li bakurê Dêrazorê de 2 endamên şaneyên DAIŞˊê girtin.

Operasyon piştî şopandin û çavdêriya nêzîk a tevger û çalakiyên şaneya terorîst li herêmê pêk hat. Hêzên me li cihê gumanbaran geriyan û bêyî ku tu birîndarî çêbin ew girtin.

Di dema operasyonê de, ji bilî belgeyên ku beşdariya girtiyan di çalakiyên terorîstî yên ku ewlehî û aramiya herêmê armanc digirtin, gelek çek, cebilxane û amûrên ragihandinê hatin desteserkirin. Hêzên me diyar kir ku lêpirsînên pêşîn hîn jî bi girtiyan re didomin, li benda şandina wan bo dadgehê ne, da ku cezayê li gorî qanûnê li wan bibirin.

Dezgehên me yên ewlehiyê, bi koordînasyona bi Koalîsyona Navneteweyî re, pêngavên xwe didomînin da ku şaneyên terorîst bişopînin, têk bibin û pêşî li her hewldanek ji bo bêîstîqrarkirina ewlehiyê û belavkirina kaosê bigirin."

(fr)