ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2025
23 cotmeh, 2025   02:00

Cotkarên zeytûnan ên ji Hemayê dibêjin berhema îsal kêm e, bi ser de jî mesrefa givaştinê zêde ye û piştgiriya hikumetê jî nîn e. Cotkaran ji bo cotkariya zeytûnan dewam bike, banga alîkariyê kir. BI WÊNE

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku şertê sereke yê vegerê ewlehî û hebûna QSD û Asayîşê ye û hêviya vegerê her di dilê wan de zindî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi armanca birêxistinkirin û hişyarkirina jinan 814 civîn li Reqa û Tebqayê li dar xistin. Derdora 11 hezar û 565 jin beşdarî civînan bûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Çilaxayê berdewamkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya wî ya fîzîkî bê navber dewam bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Romana “min heta mirinê ji wan hez kir” di dewreya 9’an a Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî hatiye pêşandan. Di romanê de girêdana kor a bê zanebûn aşkera dike û şîroveyeke nû ji têgeha dijmin û mirov re vedibêje. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Esnafan a kantona Cziîrê, li hola Zana ya Qamişloyê konferansa xwe ya yekemîn li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina "Rafekatuna", li mala nûnerê Almanî ya Reqayê semînerekê li ser adat û rêûresmên pêşkêşkirina qehweya Erebî di meclis û mêvanxaneyan de li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn di roja xwe ya 4ˊemîn de li Parka Azadî ya Qamişloyê didome, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê Hesen Mihemed El Elî li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN