Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: 2 komkujî hatin kirin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 2 komkujî kirin. Wezaretê diyar kir ku 28 cenaze û 89 birîndar gihiştin nexweşxaneyan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê: 2 komkujî hatin kirin
12 ÇILE, 2025   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 2 komkujî li dijî malbatan kirin. Wezaretê diyar kir ku 28 cenaze û 89 birîndar gihiştin nexweşxaneyan.

Wezaretê da zanîn ku hejmareke qurbanî di binê kavilan de û li ser rêyan e, lê ekîpên ambulasn û parastina sivîl nikarin xwe bighînin wan.

 Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê,  ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li xaka Filîstînê 46 hezar û 565 kes hatin kuştin û 109 hezar û 660 kes jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî di raporeke xwe de diyar kiribû ji sedî 70 rêjeya kuştiyên şerê li Xezayê jin û zarok in.

(bb)