Alîkarî li zarokên koçber ên ji Efrîn-Şehbayê hatin belavkirin

Cilên zivistanî û pêdiviyên dibistanê li zarokên ji malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê hatin belavkirin.

12 ÇILE, 2025   15:04
REQA

Rêxistina Strêk a Parastina Mafên Zarokan pêngaveke belavkirina cilên zivistanî li zarokên ji malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de, endamên rêxistinê li taxên rojava yên bajarê Reqayê cilên zivistanî li zarokên koçber belav kirin.

Rêvebera Rêxistina Strêk Sebah Fadil der barê pêngavê de got: "Dê li tevahî wargehên koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê bigirin û cilên zivistanî belav bikin."

Sebah Fadil bi bîr ist ku rêxistinê li Hesekê, Dêrik, Qamişlo û bajarên din derdora hezar parên cilên zivistanî yên zarokan li koçberan belav kirin.

Li gorî Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Reqayê, li kantonê 43 navendên bicihkirina koçberan hene.

Duh (11 Çile) Rêxistina Strêk bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngava "Mil bi milê ji bo zarokatiyê" dabû destpêkirin. Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya pêngava ku dema wê nehat diyarkirin de, dê alîkariyên madî û manewî pêşkêşî koçberan werin kirin.

Girêdayî heman mijarê, Meclisa Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê jî pêdiviyên xwendinê li 30 xwendekarên koçberên ji Efrîn-Şehbayê belav kirin.

(bb)

ANHA

çil axa