Wezareta Pêşmerge: Pêşmergeyek din ê birîndar şehîd bû

Wezareta Pêşmerge ragihand ku pêşmergeyek din ê ku di êrişên mûşekî yên Îranê de birîndar bûbû, piştî 15 rojan di bin çavdêriya giran a doktoran de şehîd bû.

Wezareta Pêşmerge: Pêşmergeyek din ê birîndar şehîd bû
7 nîsan, 2026   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê şehîdbûna pêşmergeyekî din ji ber êrişên rejîma Îranê ragihand.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hate gotin; “Îro pêşmergeyê bi navê Weysî Axir Seîd Şêrwanî li Tumena 5’emîn a Piyadeya Fermandariya Devera Yek a ser bi Wezareta Pêşmerge, ku berî niha di encama êrişa mûşekan a Komara îslamî ya Îranê ya ser baregeheke hêzên Pêşmergeyê Kurdistan li sînorê Soran birîndar bûbû, piştî 15 rojan li nexweşxaneyên Hewlêr hate dermankirin, ji ber giraniya birîna xwe gihişt pileya bilind û pîroz a şehadete.”

Wezaretê got; “Em sersaxiyê ji malbatên serbilind ên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin, lê careke din êrişên neheq ên li ser hêzên Pêşmerge û sivîlên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”