Îranê êrişî avahiyek Îmaratê kir; 2 kes birîdnar bûn

Îranê bi mûşeka balîstî avahiya Şîrketa Peywendiyan a El Şarîqa ya Îmaratê hedef girt, 2 kes birîndar bûn.

Îranê êrişî avahiyek Îmaratê kir; 2 kes birîdnar bûn
7 nîsan, 2026   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Îmaratê ragihand ku di êrişa mûşekî ya Îranê ya li dijî avahiya Şîrketa El Sureya ya Peywendiyan a El Şarîqa 2 kes birîndar bûn. Ev êriş piştî hefteyek ji êrişa bi drona Îranê li dijî heman avahiyê bêyî tu kes birîndar bibe, pêk hat.

Nivîsgeha Çapemeniyê ya hikumeta El Şarîqa ya Îmaratê diyar kir ku aliyên eleqedar bi bûyera ku avahiya Şîrketa El Sureya ya Peywendiyan bi mûşeka balistî ya Îranê hatiye hedefgirtin re mijûl in.

Nivîsgehê destnîşan kir ku ji ber êrişê 2 hemwelatiyên Pakistanê birîndar bûne û rakirina nexweşxaneyê.

(fr)