Trump: Îşev wê şariştaniyek hilweşe

Serokê DYA’yê Donald Trump bang li Îranê ku kir ger peymanek çênebe îşev wê şaristaniyek hilweşe.

Trump: Îşev wê şariştaniyek hilweşe
7 nîsan, 2026   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Gefên Serokê DYA’yê Donald Trump li dijî Îranê dewam dikin. Trump li ser hesabê xwe yê medya dijîtal postek parve kir: “Îşev dê şaristaniyeke bi tevahî hilweşe û dê tu carî venegere. Ez naxwazim ev yek rû bide lê bi îhtîmaleke mezin dê rû bide. Lê belê, niha ger guhertineke temam û bêkêmasî ya rejîmê pêk bê, hişmendiyek cuda, biaqiltir û kêmtir radîkal serdest be, dibe ku tiştekî şoreşgerî û gelekî baş rû bide, kî dizane? Em ê îşev bibînin, ev yek ji kêliyên herî girîng ên di dîroka dirêj û aloz a cîhanê de ye. 47 salên zordestiyê, gendeliyê û mirinê, dê bi dawî bibin."

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance jî îdia kir ku DYA di astekî mezin de gihîştiye armancên xwe yên leşkerî yên li Îranê.

Vance got, "Di saetên pêşiya me de, gelek muzakere çêbibin."

JD Vance wiha got, "Di destê me de amûrên ku me heta niha biryara bikaranîna wan nedaye, hene."