Wezareta Navxwe ya Başûr tedbîrên gihandina alîkariyên ji bo Rojava diyar kirin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê tedbîrek nû ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê ragihand, bang li welatiyan û xêrxwazan kir ku alîkariyên xwe bi rêya daîreyên koçberiyê bişînin.

Wezareta Navxwe ya Başûr tedbîrên gihandina alîkariyên ji bo Rojava diyar kirin
26 ÇILE, 2026   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek weşand û ragihand ku parêzgeh û îdareyên serbixwe ji bo çavdêriya alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine destnîşankirin. Wezaretê got; “Kampanyayek mezin li seranserê Kurdistanê ji bo alîkariya Rojavaye Kurdistanê hatiye destpêkirin. Pêvajoya radestkirina van kelûpelan bi ewlehî ji xwişk û birayên me yên li Rojava re niha destpê kiriye.”

Wezaretê diyar kir ku daîreyên Koç û Koçberan, daîreyên bersiva krîzan li parêzgeh û îdareyên serbixwe dê çavdêriya tevahiya pêvajoyê bikin. Her wiha wezaretê bang li her kesî kir ku kelûpel û alîkariyan nebin sînoran. Ji ber ku radestkirina her alîkariyekê ji bo gihiştina cihê xwe pêwîstî bi amadekarî û pejirandina pêşwext heye.

Li gorî daxuyaniyê, aliyên peywendîdar hemû erkên dabeşkirin û veguhestina alîkariyan girtine ser xwe. Ji ber vê yekê, divê xêrxwaz li gorî prosedûra ku ji bo vê armancê hatiye destnîşankirin tev bigerin. Wezaretê welatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo berhevkirina alîkariyên ji bo Rojava pîroz kir û spasiya welatiyan kir.