Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî hewlên kêmkirina aloziyê nîqaş kirin

Fermandarê Giştî yê QSDˊê û serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hewlên kêmkirina aloziyê û veguhastina girtiyên DAIŞˊê bo Iraqê nîqaş kirin.

Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî hewlên kêmkirina aloziyê nîqaş kirin
26 ÇILE, 2026   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî peywendiyek telefonê bi serokwezîrê hikumeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî. Di axaftinê de hewlên kêmkirina aloziyê û veguhastina girtiyên DAIŞˊê ji Sûriyê ber bi Iraqê ve hatin nîqaşkirin.

Mazlûm Ebdî li ser Xˊê spasiya piştevaniya berdewam a hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo Rojava kir û diyar kir ku ev yek ruhê hevkarî û berpirsiyariya hevbeş di van şert û mercên dijwar de nîşan dide.

(fr)