Wezareta Karên Derve ya Filistînê: Êrişên Îsraîlê rawestînin

Wezareta Karên Derve ya Filistînê ji bo rawestina êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê, parastina sivîlan, berdana dîlgirtiyan û derbaskirina alîkariyên mirovî, bang li civata navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bike.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê: Êrişên Îsraîlê rawestînin
16 îlon, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Filistînê bang kir ku destwerdana "awarte û lezgîn" ji bo parastina sivîlan û rawestandina "sûcê mezin" ê li Xezayê bê kirin. Ev bang hemwextî ragihandina artêşa Îsraîlê ya destpêkirina êrişa bejahî ya li dijî Xezayê hat kirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ku ajansa nûçeyan a Filistînê (WAFA) parve kiriye, diyar kir ku "Îsraîl êrişî sivîlan dike û Xezayê vediguherîne goreke komî û neçar dike ku nêzî milyonek filistînî koçber bibin.”

Wezaretê di daxuyaniya xwe de bang kir ku di çarçoveya Lihevkirina New Yorkê de "çareseriyên siyasî û dîplomatîk ên ji bo mîsogerkirina rawestandina yekser a şer û êrişan werin geşkirin, sivîl werin parastin, koçberkirina ji Şerîda Xezayê were sekinandin, dilgirtî tavilê werin berdan, alîkariyên mirovî bi awayekî berdewam werin derbaskirin."

Berbanga îro êrişên tund li dijî Xezayê pêk hatin. Li gorî AFP’ê ku agahiyên xwe ji şahidan wergirtine, piştî rojekê ji serdana wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio ji Îsraîlê re, ev êriş pêk hatin û Rubio diyar kiribû ku DYA di êrişa Tel Avîvê de piştgiriyê dide wê.

(fr)