Lûtkeya Dohayê rojeva sereke ya rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî diyar kir ku Lûtkeya Dohayê piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Qeterê di demeke krîtîk de hat lidarxistin. Rojnameyan destnîşan kir ku divê şermezarkirinên siyasî veguherin gavên pratîk ên bi bandor.

Lûtkeya Dohayê rojeva sereke ya rojnameyên erebî ye
16 îlon, 2025   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser Lûtkeya Dohayê ya awarte ku ji bo gotûbêjkirina êrişa Îsraîlê ya li ser paytexta Qeterê û bandorên wê yên li ser pêvajoya aştiyê ya li herêmê hatibû lidarxistin.

LÛTKEYA DOHAYÊ Û PÊVAJOYA AŞTIYÊ

Rojnameya El Ereb a li Londonê destnîşan kir ku lîderên welatên Ereb-îslamî yên ku tev li Lûtkeya Dohayê bûn, bal kişand ser têkçûna pêvajoya aştiyê. Wan serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tawanbar kir ku bi êrişkirina li ser Qeterê û paşguhkirina hewldanên navbeynkariyê, dest ji pêvajoya aştiyê berdaye.

Rojnameyê her wiha ragihand ku di lûtkeyê de gavên pratîk nehatin avêtin da ku Îsraîlê neçar bike ji nêzîkatiya xwe ya dijminane paşve gavê biavêje yan jî rêveberiya Amerîkayê neçar bike ku zextê li Îsraîlê bike.

Hin çavdêran got zimanê rêveberan di lûtkeyê li hember Îsraîlê tund bû, lê belê ew tenê peyamên medyayê û sembolîk ên ji raya giştî ya Ereb re bûn, ji bo astengkirina êrişên Îsraîlê tu tedbîrên rastîn nehatin girtin.

‘LI DOHAYÊ HEVGIRTINA KENDAVÊ’

Rojnameya El Xalîc destnîşan kir ku civîna li Dohayê hevgirtina Kendavê, Ereb-Îslamî ya li hember êrişa Îsraîlê ya li dijî Qeterê û hewldana kuştina endamên Hemasê nîşan da.

Rojnameyê da zanîn ku her du civînên li paytexta Qeterê, ya yekem ji bo welatên Konseya Hevkariya Kendavê û ya duyem ji bo welatên Ereb-îslamî,  armanca wan ku li ser êrişa Îsraîlê gotûbêj bikin bû. Di lûtkeyê de hat gotin ku ev êrişa Îsraîlê berdewama sûcên Îsraîlê yên li ser axa Filistînî û herêmên Ereban e.  

Rojnameyê her wiha diyar kir ku her du civînên li Dohayê ji bo hevgirtina Kendavê û Ereban wek ezmûnekê bû. Wan civînan nîşan da ku her gefeke li ser Qeterê yan jî her dewleteke Kendavê, gefeke li ser ewlehiya herêmê bi tevahî ye.

‘ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ Û ENCAMÊN WÊ’

Rojnameya El Eyyam a Filistînê destnîşan kir ku civîna li Dohayê ezmûnek bû ji bo yekitiya Ereb-îslamî û hêza wan a bersivdayîna bibandor a li dijî binpêkirinên Îsraîlê. Rojnameyê diyar kir ku cîhana Ereban bi dirûşma "Qeter çi biryarê bide em pê re ne" yekgirtî xuya bû. Lê li hember êrişa Îsraîlê bersiveke pratîk a bihêz pêk nehat, bersiv tenê şermezarkirinên devkî bûn, bêyî ku tedbîrên astengkirinê werin girtin.

Rojnameyê da zanîn ku girîng e şermezarkirinên siyasî veguherin gavên pratîk ên bibandor ji bo parastina serwerî û ewlehiya herêmê û pêşîgirtina êrişan.

(k)