Werîşe Muradî: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ manîfestoya jiyana azad e

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku di girtîgeha Îranê de ye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi wesîleya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û despêkirina şoreşa ‘Jin, jiyan, Azadî’ nameyek nivîsand.

 Werîşe Muradî: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ manîfestoya jiyana azad e
16 îlon, 2025   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî bi wesîleya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û despêkirina şoreşa ‘Jin, jiyan, Azadî’ nameyek nivîsî.

Werîşe Muradî di nameya xwe de dibêje:

“Ev şoreş ne ​​tenê teqîneke hêrsa kolanane, lê belê îfadeya daxwazên kûr ên ji bo azadî, dadperwerî û avakirina têkiliyên civakî ye. Nabe mirov vê rojê tenê wek bîranînekê bigre des, divê bibe manîfestoya jiyanek azad.”

Di beşek din a nameya xwe de Werîşe Muradî îşaret bi rola jinan a di vê şoreşê de jî kiriye û gotiye: “Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mijara jinê wek hêmana sereke ya şoreşê destnîşan kiriye. Ispat kiriye ku bêy nûnertiya jinan, tu şoreşek derfeta wê ya guhertina demokratîk a di civakê de nepêkane. Her wiha zext û cezayên darvekirinê ku hikûmeta Îranê li girtiyên jin ên siyasî dibire, tolhildaneke sîstematîk a vê şoreşê ye.”