Wezareta Derve ya Îsraîlê: Naskirina dewleta Filistînê ji Hemasê re xelat e

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê diyar kir ku naskirina dewleta Filistînê ji aliyên gelek dewletan ve, “ji hemasê re xelat e” piştî bûyerên 7`ê Cotmehê.

Wezareta Derve ya Îsraîlê: Naskirina dewleta Filistînê ji Hemasê re xelat e
21 îlon, 2025   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê der barê naskirina dewleta Filistînê ji aliyê Ewsturya, Kanada û Brîtanyayê ve de daxuyanî da. 

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hatiye nivisî: “Naskirina dewleta Filistînê ji aliyê dewletên din ve, ji Hemasê re xelata e piştî komkujiya 7`ê Cotmehê.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “rêveberên Hemasê bi xwe aşkera dibêjin, ev naskirin berhema komkujiya 7`ê Cotmehê ye”.

Brîtanya, Kanada û Ewsturyayê bi awayekî fermi dewleta Filistînê nas kir û her sê dewletan destnîşan kir ku ev naskirin, dikeve xizmeta “aştiyê di navbera filistînî û îsraîliyan de”.

Benjamin Netanyahu jî gotibû welatê wî “dê bersiv û şerê bangewaziyên avakirina dewleta Filistînê bike” û destnîşan kir ku “dewleta Filistînê li ser hebûna Îsraîlê gef e”.

(şx)