Malbatên şehîdan xwestin pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bi dawî bibe

Malbatên gerîlayên şehîd xwestin pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Malbatên şehdan got: "Destkeftiyên me bi dest xistine berhemdên keda û têkoşîna wî ne."

Malbatên şehîdan xwestin pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bi dawî bibe
22 îlon, 2025   05:07
QAMIŞLO

Malbatên gerîlayên HPG û YJA-Star ên şehîd, pergala îşkence û qirkirinê ku dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne şermezar kirin û xwestin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin.

Bavê şehîd Barîn Botan, Cemal Şêxê ê ji bajarokê Kêşikê yê kantona Cizîrê diyar kir ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana wî ya domdar wan hebûn, nasname û çanda xwe parastine.

Şêxê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Rêbertî ji bo me jiyan û rûmet e. Em dixwazin hevdîtinê pê re bikin ku azad be."

Cemal Şêxê, di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî Rêber Abdullah Ocalan bi cih bînin û edaletê pêk bînin.

Xwişka şehîd Mewla Berces, Huda Hesen a ji gundê Badiyanê yê heman kantonê anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan fîlozofê wan e û rêberê aştî û demokrasiyê ye û wiha domand: "Em bi fikir û felsefeya wî ve girêdayî ne. Hemû destkeftiyên ku me bi dest xistine berhemdên keda û têkoşîna wî ya bêhempa ne."

Huad Hesen destnîşan kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di esas de li dijî gelên azadîxwaz e û got: "Bi rêya hedefkirin sembolên têkoşîna me dixwazin îradeya me bişkînin. Em van kiryarên dermirovî red dikin û banga dimildest a rawestandina wan dikin. Em serî ji van siyasetan re natewînin. Çawa Rêbertî di zindanê de li ber xwe dide em jî berxwedanê bidomînin."

Dayika şehîd Rengîn a ji Efrînê, Medîne Mihemed jî bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna edaletê ji Rêber Abdullah Ocalan re û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Medîne Mihemed got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke mirovî û mafekî rewa ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dê heya bidestxistina azadî û edaleta ku ji bo wê tê dikoşe, şopdarên xeta Rêbertî bin."

(bb)

ANHA