"Hevdîtinek têrê nake, divê rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan"

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re têrê nake, divê serbest bê berdan. Jinan destnîşan kir ku divê têkoşîna wan bigihêje asta herî bilind heta ku bigihêjin armanca xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

"Hevdîtinek têrê nake, divê rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan"
29 cotmeh, 2024   03:10
Heleb
Nisrîn Şêxo

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmehê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û ev peyama wî parve kiribû: "Tecrîd dewam dike, hêza min a teorîk û pratîk heye ku pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê veguhêzim zemîna hiqûqî û siyasî.”

Der barê mijarê de jinên ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe sedema bidawîkirina hemû aloziyan.

Leyla Ehmed got "Kilîta çareserkirina hemû kêşeyan di destê Rêber de ye" û da zanîn ku zêdetirî 3 salan tu agahî li ser Rêber Abdullah Ocalan negihaştin wan. Leyla hêvî kir ku serdan berdewam bikin.

Her wiha destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê ji gelên bindest re aştî û azadiyê bîne û ew ê ji bo azadiya wî her tê bikoşin. Leylayê wiha dewam kir: "Çawa ku çalakiyên ku me ji bo  azadiya fîzîkî ya rêberê xwe li dar xistin bûn sedema hevdîtina wî bi biraziyê wî re, em ê bi heman biryardariyê bigihêjin azadiya wî ya fîzîkî.”

Emîna Reşîd dilgiraniya xwe ji bo rewşa Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û diyar kir ku serdana biraziyê wî têrê nake, ji ber ku ew dixwaze wî di nava gel de bibîne.

Emîna behsa rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker bombebarana li ser herêmê dewam dike û di encamê de gelek welatî şehîd bûn. Çawa ku dewleta Tirk a dagirker di tunekirina me de israr dike, em jî bi biryar in ku li ber xwe bidin, êrişên wê bişikînin, hebûna xwe biparêzin û ya herî girîng jî bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêberê me ye.”

Emîne destnîşan kir ku bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re dê şer rawestin û bal kişand ser biryardariya wan a berxwedan û xweparastinê.

Cîhan Mistefa jî der barê mijarê got: "Bihîstina nûçeya hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re piştî zêdetirî 3 salan, hêzê dide me.”

Cîhan destnîşan kir ku nûçeya hevdîtinê moral daye wan ku têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha ji welatên cîhanê xwest ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbest bibe.

(k)

ANHA