Welatiyê ji Tirbesipiyê meşiya Qamişlo: Em li pey Rêberê xwe ne

Welatiyê bi navê Feysel Heqî ku ji bo tevlîbûna meşa şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ji Tirbesipiyê heta Qamişlo meşiya, got “Em ê heta dawiyê li pey Rêberê xwe bin”. 

Welatiyê ji Tirbesipiyê meşiya Qamişlo: Em li pey Rêberê xwe ne
15 sibat, 2024   13:41
QAMIŞLO

Feysel Heqî Remedan ê ji gundê Maşûqa yê Tirbesiyê, ji bo şermezarkirina Komploya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, îro serê sibehê ji gundê Mizgeftê yê Tirbesipiyê ber bi Qamişlo ve dest bi meşê kir.

Feysel Heqî ku bi tena xwe derket rê, li gundên Hilwa û Beyandûr, Şorik û Digurê yên li ser rêya wî bûn, ji aliyê gundiyan ve hat silavkirin.

Feysel piştî meşa 40 kîlometreyan gihîşt Qamişlo û tevlî meşa şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bû.

Feysel li ser çalakiya xwe ji ajansa me re axivî û got: "Ez meşa azadiyê ya Bakûrê Kurdistanê ku bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, silav dikim. Heta Rêberê me azad nebe, em jî azad nabin. Em ê heya dawiyê li pey Rêberê xwe bin."

(ex)

ANHA