30 leşkerên hikumeta Şamê û 8 çete hatine kuştin

SOHR`ê ragihand ku di 14 rojên pêşîn ên Sibatê de di şerên li çolistana Sûriyeyê de 30 leşkerên hikumeta Şamê û 8 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

30 leşkerên hikumeta Şamê û 8 çete hatine kuştin
15 sibat, 2024   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li gel ku balafirên şer ên Rûsyayê nikarin êrişên DAIŞ`ê asteng bikin, şer û pevçûn di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de li çolistana Sûriyeyê berdewam dikin.

SOHR`ê aşkera kir ku di 14 rojên pêşîn ên Sibatê de 8 çeteyên DAIŞ`ê û 30 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin. Her wiha diyar kir ku zêdetirî 31 kes ji her du aliyan birîndar bûne.

Li gorî SOHR`ê şer û pevçûn herî zêde li çolistana Himsê ne.

SOHR`ê duh destnîşan kiribû ku di 72 saetan de 19 leşkerên hikumeta Şamê di êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî baregehên hikumeta Şamê yên li Hims û Hemayê de hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî DAIŞ di aliyê cografîk de tune kir, hikumeta Şamê heta niha nekariye hebûna çeteyan li çolistana Sûriyeyê tune bike.

(şx)