Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê komplo şermezar kir

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi dirûşma “Êdî bes e ji tecrîd, înkar û xiyanetê re, dem dema azadî û têkbirina Komploya 15'ê Sibatê ye" daket qadan.

15 sibat, 2024   13:56
ŞEHBA

Bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li deriyê ketina navçeya Fafînê kom bûn û di salvegera 25`emîn de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş ji ketina navçeya Fafînê ber bi rêya sereke ya Dibistana Ajotinê ve çû û meşvanan sloganên "Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan” û “bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Li qada dibistanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şediye Îbrahim axivî û komplo şermezar kir û got: "Bi wê re armanc dikirin ku gelê Kurd û nasnameya wan tune bikin."

Şediya Îbrahim destnîşan kir ku berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û hevgirtina gelan dawî li komployan anî.

Şediya Îbrahîm diyar kir ku kilîta hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye û divê cîhan vê rastiyê bibîne, lewma ger bixwazin van aloziyan çareser bikin, divê biçin Îmraliyê.

Her wiha bi navê gelê Efrîn û Şehbayê Nacî Selamê jî got: "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn. Êdî tu kes nikare roja me tarî bike."

Nacî Selamê anî ziman ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gel  gihişt asta têgihiştin. Gelê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê her tim li qadan bin.

ANHA