Welatên G7 civîneke awarte li dar dixin 

Wezîrên Karên Derve yên welatên G7 dê li Fransayê rewşa şerê li Rojhilata Navîn binirxînin.

Welatên G7 civîneke awarte li dar dixin 
26 adar, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên Derve yên welatên G7 ji bo rewşa şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê binirxînin îro û sibe (Înê-Şemiyê) li bajarê Der Fou de Cernai yê Fransayê civînek awarte li dar dixin. Welatên Ewropayê û hevalbendên wê dê beşdarî civînê bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio bi hevkarên xwe yên Kanada, Almanya, Îtalya, Fransa, Japonya û Brîtanya di roja duyem a civînê de beşdar bibin.

Di civînê de dê li ser rewşa şerê li Rojhilata Navîn diqewime nîqaş bikin. Her wiha hewl bidin nakokiyên xwe yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime kêm bikin. Dosya Ukrayna û Xezayê jî dê mijarên sereke yên civînê bin.

Civîna welatên G7 di wextê ku Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump amade ye ku şer dijwartir bike û Îran şertên lihevkirinê qebûl nekir, tê lidarxistin.

FRENSA DI TEVGERÊ DE YE

Wezîrê Karên Derve yê Frensa  Jean-Noël Barrault diyar kir ku Fransa civîna G7 birêxistin kiriye û hewl dide ku nehevsengiyên cîhanî yên kûr ku bûne sedema tengaviyên mezin û li ser jiyana hemwelatiyan xetereyê çêdike, çareser bike.

Her wiha piştî Îsraîl ragihand ku dê li başûrê Lubnanê herêma bi ewle heyanî çemê Lîtanî çêbike, Barrault bang li Îsraîl kir ku hêzên xwe rêneke başûrê Lubnanê.

Fransa, wezîrên karên derve yên Brezîlya û Hindistan, Ukrayna, Erebistana Siûdî û Koreya Başûr vexwendî civîna welatên G7 kir.

Ji bo şerê Ukrayna û Rûsyayê jî Barrault anî ziman ku desteka welatên rojavayî ji Ukrayna re dê  û zextên li ser Rûsyayê dê bidomînin.

(np)