Şerê DYA-Îsraîl û Îranê û rêyên çareseriyê

Ligel şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de çav li bandorên krîzê li ser hevsengiyên herêmî û ewlehiya enerjiyê ne. Metirsiyên ku şer veguhere amûreke zextê ku armancên pêşîn  bide guhertin zêde dibin. Hate gotin, her çareseriyek tifaqeke berfireh hewce dike ku hevsengiyên herêmî û ewlehiya kookektîf di ber çavan re bigre.

Şerê DYA-Îsraîl û Îranê û rêyên çareseriyê
26 adar, 2026   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat, Ajansa Reutersê û rojnameya El Xelîc di rojevên xwe yên vê sibehê de pêşketinên şerê li Rojhilata Navîn û bandorên wê yên siyasî û aborî, giraniya êrişan li ser Îranê, ewlehiya kerîdorên deryayê û hewldanên çareseriyê nirxandin.

'ŞANTAJA ÎRANÊ Û RÊYA NÛ YA ÇARESERIYÊ'

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku siyaseta Îranê ji sala 1979'an vir ve li ser hinardekirina krîzan û bikaranîna taktîkên zextê li herêmê ye. Hate gotin, rageşiya leşkerî, zêdebûna bikaranîna çekên leşkerî û nukleerî berdewamiya vê nêzîkatiyê nîşan dide. Rojnameyê destnîşan kir ku her bidestxistina çekên nukleerî dikare aloziyan zêde bike û rewşa herêmî bêtir tevlihev bike.

'TÊKÇÛNA ROJAVA DI EWLEKIRINA DERYAYA SOR DE GUMANAN LI SER HÊZA WÊ YA PARASTINA TENGAVA HURMUZÊ ÇÊDIKE'

Ajansa Reutersê cih da arîşeyên ku welatên rojavayî di ewlekirina tevgera li Tengava Hurmuzê de pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku "Ezmûna berê ya li Deryaya Sor tevî lêçûna bilind, lê encamên dihatin xwestin nedaye. Ev yek gumanan li ser asta parastina vê rêya avê ya girîng ku beşek mezin ji dabînkirina enerjiyê ya cîhanê jê derbas dibe, derdixe holê.''

Li gorî heman ajansê, berdewama girtina tengavê dikare bibe sedema astengiyên giran di bazarên enerjiyê de û bilindbûna bihayên cîhanî.

'EWLEHIYA KENDAVÊ..BINGAVA MUZAKEREYÊN NÛ YE'

Rojnameya El Xelîc jî der barê şerê DYA-Îsraîl û Îran de destnîşan kir ku tevî axaftinên li ser destpêkirina dan û standinan di navbera DYA û Îranê de jî, lê rewşa siyasî û leşkerî hîna zelal nebûye.

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku divê welatên kendavê ku bûne hedefa êrişan beşdarî her çareseriyeke siberojê bibin û diyar kir ku her çareseriyeke muhtemel divê bi dosyaya nukleerî ve sînodar nemîne, lê divê bernameya mûşekan a Îranê jî ku bûye jêdera fikarên zêde yên welatên herêmê bigire nava xwe. Her wiha destnîşan kir ku her çareseriyek tifaqeke berfireh ku hevsengiyên herêmî û ewlehiya kookektîf di ber çavan re bigre hewce dike.

(bb)