Wê Xaça Sor alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê zêde bike

Seroka Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor da zanîn ku rêxistina wan wê alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê ji berê berfirehtir bike û diyar kir ku herî zêde pêwistiya beşên tenduristî, av û enerjiyê bi alîkariyê heye.

Wê Xaça Sor alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê zêde bike
6 ÇILE, 2025   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Mirjana Spoljaric ji ajansa Ruetser re da zanîn ku budceya bernameya wan a alîkariyên ji bo Sûriyeyê ya berê 100 mîlyon dolar bû, lê belê ew budce dê were mezinkirin

Li gorî Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), îsal pêwistiya Sûriyeyê bi 4.07 mîlyar dolar heye. Ji wan heta niha tenê ji sedî 33 hatine komkirin.

Nivîsgehê diyar kir ku hin dewletan bi awayekî takekesî budceya ji bo Sûriyeyê zêde kir.

Mirjana Spoljaric diyar kir ku ji bo beşa tenduristiyê karekî mezin divê û got, " Pêwist e kel û pel ji bo Sûriyeyê werin derbaskirin û ceza werin sererastkirin, ji ber ku ev karê jinûve avakirinê asteng dike."

Girêdayî wê, çavkaniyan diyar kir ku Amerîka dê astengiyên li ser alîkariyên mirovî û xizmetên sereke wekî kehrebeyê ji ser Sûriyeyê rake. Lê sîstema hişk a cezayan weke xwe dimîne.

(mh/fr)