Tevahî êrişên dijî gundewarê Minbic û Bendava Tişrînê hatin şikandin

QSDˋê ragihand ku wê tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê têk birine û gelek çete hatine kuştin.

Tevahî êrişên dijî gundewarê Minbic û Bendava Tişrînê hatin şikandin
6 ÇILE, 2025   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi piştevaniya balafiran û topavêjan ên li dijî gundearê başûrê rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê têk birine.

Navendê destnîşan kir ku di encama têkbirina wan êrişan de bi dehan çete hatin kuştin, bi dehan wesayîtên leşkerî û panzer hatin rûxandin.

Her wiha navendê bal kişand ser ku tevahî çalakiyên bersivdanê bi dîmen hatine belgekirin û dê agahiyên zêdetir û dîmenan di demeke pêş de biweşînin.

(fr)

ANHA