Lêkolînerekî Îranî: Destwerdana derve temenê rêjîmê dirêj dike

Lêkolînerekî Îranî diyar kir ku aloziya di navbera DYA û Îranê de wekî şerekî di navbera hêzên navneteweyî de nayê fêmkirin, lê ew hêmanek ji bo dirêjkirina temenê rejîmê tê bikaranîn. Lêkolîner destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn ne hevsengiya hêzê ya cîhanê ye, lê xwezaya pergala serdest e.

Lêkolînerekî Îranî: Destwerdana derve temenê rêjîmê dirêj dike
1 gulan, 2026   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊXNÛR

Ligel aloziyên heyî yên di navbera DYA û Îranê de, analîzên di rojname û navendên lêkolînê yên navneteweyî de pirî caran li ser nirxandina hevsengiya hêzê û destnîşankirina ka gelo Washington hîn jî dikare hegemonya xwe ya cîhanî ferz bike disekinin. Lê nivîskarê mafên mirovan û pisporê karûbarên Îranê Nîzam Mîr Muhemedî nêrînek cuda pêşkêş kir. Muhemedî diyar kir ku pirsgirêka bingehîn ne bi kêmbûn an bilindbûna hegemonyaya Amerîkî ve girêdayî ye, lê belê bi xwezaya rejîma desthilatdar a li Îranê û faktorên navxweyî yên ku rêça guhertinê diyar dikin ve girêdayî ye.

Muhemedî destnîşan kir ku ezmûnê îspat kiriye ku ev rejîm bi şerê derve yan jî lihevkirinên siyasî nayê guhertin, lê belê ji bo dirêjkirina hebûnê xwe dispêre tepeserkirina navxweyî û bikaranîna aloziyên derve. Ji ber vê yekê, her nekarîna "çareserkirina" aloziyê nikare tenê bi sînordarkirinên hêza Amerîkî were ravekirin, lê di heman demê de bi wê rastiyê jî ku çareseriya rastîn di nav civaka Îranê de ye.

Muhemedî li gotinên xwe zêde kir ku pirsgirêk ne di hêza Washingtonê ya sepandina îradeya xwe de ye, lê belê di wê rastiyê de ye ku guhertina hevkêşeyê li Îranê ji derve nayê bidestxistin. Her wiha aloziya heyî krîzê bêyî encamên diyarker dirêj kiriye, bi vî rengî derfetek daye rejîmê ku bi karanîna pevçûnê ji bo berjewendiya xwe berdewam bike. Ji ber vê yekê, ji nêrîna opozîsyonê ve, divê balkişandin li ser faktora navxweyî wekî hêmana diyarker bimîne, ne li ser hevsengiya hêzê ya navneteweyî.

Mîr Muhemedî destnîşan kir ku her çend rast be ku berdewama aloziyan bêyî çareseriyên zelal dikare bandorek neyînî li ser her hêzek navneteweyî bike jî, di doza Îranê de, careke din aşkera ye ku tenê xwe dispêre zexta derve, guhertinek siyasî ya rastîn nayne holê. Rejîma Îranê bi nîşandana xwe wekî aliyekî pevçûnek derve, hêza xwe ya kişandina zextê û veguherandina wê bo amûrên propagandaya navxweyî nîşan daye.

Lêkolîner Muhemedî got "Bandora herî girîng ne li ser statuya hêzên mezin e, lê li ser êşên berdewam ên hundirê Îranê ye, di nebûna çareseriyek li ser bingeha îradeya gel û hêzên wan ên civakî û siyasî de."

Lêkolîner anî ziman ku rejîma Îranê her tim hewl daye ku têkiliyên xwe yên navneteweyî, çi bi Rojhilat re be çi jî bi Rojava re, tevî slogana xwe ya "ne Rojhilat ne jî Rojava", wekî rêyek ji bo sivikkirina zextê bikar bîne, ne wekî rêyek ji bo çareserkirina aloziya navxweyî. Ji ber vê yekê, her axaftina li ser "derfetan" ji bo hêzên din rastiya bingehîn naguherîne; gelê Îranê di van hevkêşeyan de ne amade ye.

Muhemedî da zanîn ku li ser bingeha vê yekê, divê bal were kişandin ser mafê çarenûsî yê Îraniyan û mafê wan ê parastina xwe, ne li ser ji nû ve dabeşkirina bandorê di navbera hêzên navneteweyî de.

Der barê xwezaya pergala navneteweyî û gelo cîhan ber bi pirqutbîbûnê ve diçe yan jî hêza Amerîkayê ji nû ve cih digire, Mîr Muhemedî anî ziman ku ev nîqaş bingeha aloziya li Îranê çareser nake. Ger cîhan ber bi pirqutbîbûnê ve biçe yan jî di nav hevsengiyên kevneşopî yên hêzê de bimîne, tu yek ji wan bi serê xwe çareseriyek ji bo aloziya Îranê pêşkêş nake.

Lêkolînerê mafên mirovan û pisporê karûbarên Îranê Nîzam Mîr Muhemedî di dawiyê de anî ziman ku pirsgirêka bingehîn ew e ku rejîma Îranê ji van aloziyên navneteweyî sûd werdigire da ku guhertina navxweyî ya neçar paş bixe û xwe wekî beşek ji hevkêşeyek herêmî yan navneteweyî nîşan dide, di heman demê de pirsgirêka rastîn bi tevahî navxweyî ye.

(ac/fr)

ANHA