Wê rojê jibîr nakin: Birînên me hîn xwîn diherikin

Malbatên ku di komkujiya Kobanê de xizmên xwe winda kirine, destnîşan kirin ku di her salvegerekê de birînên xwîn diherikin, lê ew ê ji bo dermankirinê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Wê rojê jibîr nakin: Birînên me hîn xwîn diherikin
Wê rojê jibîr nakin: Birînên me hîn xwîn diherikin
Wê rojê jibîr nakin: Birînên me hîn xwîn diherikin
Wê rojê jibîr nakin: Birînên me hîn xwîn diherikin
Wê rojê jibîr nakin: Birînên me hîn xwîn diherikin
25 hezîran, 2024   03:45
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Berbanga roja 25’ê Hezîrana 2015’an de ew jî wekî bi hezaran şêniyên bajêr, ew jî hîn di xew de bûn. Roja 9’an a Remezanê bû, piştî paşîvê xwestibûn hinek xew bikin. Lê hoveberên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê ne girtine, êrîş ser malan kirin. 

Çeteyên DAIŞ’ê ku piştevaniya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin û di destpêka salê (26’ê Çileya 2015’an) li heman bajarî têk çûbûn, vê carê bi rêbazeke qirêj êriş kiribû. Çeteyên ku cilên YPG’ê li xwe kiribûn, destpêkê li gundê Berxbotan, piştre li navneda Kobanê komkujî pêk anî. Di êrişan de 253  kes (jin, ciwan, zarok, pîr) hatin qetilkirin, bi sedan jî birîndar bûn. 

Di komkujiyê de malbatên Mehmud Îbrahîm û Neîme Adil jî 7 xizmên xwe winda kirin. Di salvegera 9’emîn a komkujiyê de, malbat wê roja careke din bi êş dijîn.

‘MIN NEKARÎ TIŞTEKÎ BIKIM’

Mehmud Îbrahîm di komkujiyê de kurê xwe, 2 birayên xwe, hevjînên herdu birayên xwe, zaroka hîn di zikê dayîka xwe de û xwezûrê xwe winda kirin. Dema behsa wê rojê de, wekî heman tiştan careke din jî vedibêje.

Ew bixwe ji gundê gundê Til-Xezalê ye, lê li taxa Gumrigê ya Kobanê bicîh bibûn. Mehmud da zanîn ku 25’ê Hezîranê bi dengê guleyan ji xew şiyar bûne û got: “Bavê havjîna min hatibû mêvandariya me. Ji bo nimêja sibahê rabibû. Piştî çend deqeyan dengê teqîneke pir xurt hat. Me dît li ber deriyê sînor cenaze li erdê ne.”

Îbrahîm diyar kir ku wê demê fêr bûne ku çete ketine bajar, lewma ketine nava liv û tevgerê û cenaze şandine nexweşxaneyê. Îbrahîm destnîşan kir ku dema wî hewl daye vegere malê, ji birayê xwe ku 5 zarokên wî hene xwestiye ku bi hevre vegerin malê, lê birayê wî gotiye “Tu biçe malê û ji zarokan haydar be.” Îbrahîm da zanîn ku di dema axaftinê de gule li birayê wî yê 50 metreyan dûrî bûye ketine û wiha dom kir: “Ew ket erdê û gazî min kir, lê min nikarî xwe bighînimê. Ji min re got, ‘ez şewitîm’. Hevjîna birayê min şîr ji kurê xwe re amade dikir, dema serê xwe derxist dît hevjînê wê li erdê ye, şîr avêt û ber bi birayê min ve baz da. Serê wî rakir, lê fîşek li wê jî xistin û ew jî ket. Bi halê birîndar herdû ber bi mala cîranan ve çûn, herdu jî şehîd bûn.”

‘ÇETE KETIN MALÊ’

Dema Mehmûd Îbrahîm van kêliyan dijî, êşeke din li ser zêde dibe. Kurê wî bi bazdan tê cem wî û dibêje, “Bavo çete ketine mala me.” Mehmud ew kêlî wekî ku careke din jî wiha vegotin: “Dengê fîşekan ji hundirê malê. Li ser wê ez çûm malê û min li derî xist. Hevjîna min derî vekir û ez desbasî hundir bûn. Min nezanî çi bikim, hatibû wêrankirin. Singê bavê havjîna min ji gulebaranê wekî bêjingê kiribûn. Ew mêvanê me bû. Hevjîna birayê min ducanî bû, fîşek li eniya wê xistibûn. Ew û zarokê wê qetil kiribûn. Dema min serê wê danî ser destê xwe, mêjiyê wê rijiya. Piştre min pirsa kurê xwe kir, hevjîna min got ku li odeyê razayî ye. Lê dema çûm odeyê û lihêf ji ser rakir, min dît ku aliyekê serê wî nîn e. Ez dîn ûlal bûm. Birayê min jî li erdê bû. Min nikarî rizgar bikim. Ez di orta wan de rûniştim û li benda xilaskirinê mam.”

Mehmûd Ibrahîm got: “Roj rojeke reş bû û niha jî wisa ye. Di her salvegerekekê de, dîsa birînên me vedibin.”

NEÎME ADIL: EMÊ TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN

Dayîka Neîme Adil yek ji şahidên komkujiyê ye. Wê jî kurê xwe Ebdulqadir xwe winda kiriye, lewa êşa wê hîn kûr û saeta êrîşê heta deqeya wê jî di bîra wê de ye. Neîme dibêje çeteyan saet di 05.08’an de êriş kiriye û wiha dom kir: “Dengê tekbîran dihate guhê min. Bi dengê teqîneke mezin me çavên xwe vekir. Min bang li Ebdulqadir kir ku rabe, lê got ‘ma wê DAIŞ çawa were vir?’ Piştre dengê teqîneke xurt li deriyê sînor hat. Ebdulqadir ber bi dengê teqînê ve çû, min gazî kir lê dengê min nebihîst. Ez jî li pey wî heta ber bi deriyê sînor çûm. Me dengê hewara jinan bihîst; li erdê cenazeyên zarok, jin û pîran hebûn. Dengê guleyan nedisekinî. Em ji taxê derketin û ber bi rojavayê Kobanê ve çûn. Tenê Ebdulqadir di malê de ma, qêrîn û hewara jin û dayikan bilind dibû. Ev yek nebes bû, îcar leşkerên Tirk li ser sînor gule li me direşandin.”

Neîme Adil diyar kir ku kurê wê Ebdulqadir di şerê dijî çeteyan de şehîd bûye û got: “Dema ji min pirs dikirin ka Ebdulqadir li ku derê ye, ji min re digot ku ew li gel havalên xwe ye. Em li daristana Kobanê vê yekê hînbûn. Li dijî êrîşan li ber xwe daye, çar gule lê reşandine. Kurê min bi serbilindî şehîd bû. Ti tirs di dilê wî de tune bû. Dema em qala wê roja komkojiyê dikin, kezeba me dişewite. Em tu carî viya qebûl nakin, em ê heta diloqa dawî ya xwîna xwe li berxwe bidin. Em ê dest ji xeta şehîdan bernedin û têkoşîna xwe xurtir bikin."

(a)

ANHA