Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin

Li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin û merasîma xiyabî ji bo şehîd Ehmed El Ebdullah hat lidarxistin. Di merasîmê de şêniyên Hesekê beşdar bûn.

Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin
Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin
Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin
Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin
Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin
Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin
Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin
Şehîd Mihemed El Ehmer hat oxirkirin
24 hezîran 2024   22:20
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Mihemed El Ehmer ê ku di 21'ê vê Hezîranê de di dema pêkanîna erkê xwe yê leşkerî de şehîd bûye, oxir kir. Her wiha merasîma xiyabî ji bo şervanê Hêzên Komandos şehîd Ehmed El Ebdullah ê ku di 11'ê Gulana borî de di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bûbû hat lidarxistin. Merasîma oxirkirinê û merasîma xiyabî li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê gundewarê Hesekê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Leyla Îd sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: "Şehadet armanca herî pîroz a şervanan e, ji ber ku ew tiştê xwe yê herî biha ji bo pêkanîna aramî û aştiyê feda dike."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê jî got: "Em bi her du şehîdan serbilind in. Em ji vê rêyê venagerin û me soza parastina xaka xwe daye."

Şoreş destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çek û sûcên xwe nikare îradeya wan têk bibe û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li dawiyê şehîd Mihemed El Ehmer bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(mh)