Hikumeta veguhêz: Me di Civata Giştî ya NY’yê de hevdîtin bi gelek aliyan re kirin

Hikumeta veguhêz a Sûriyayê raghand ku tevlêbûna wan a di Civata Giştî ya NY`yê ya 81’an de bi dawî bûye û têkildarî rewşa Sûriyeyê û herêmê hevdîtin bi gelek aliyan re kirine.

24 îlon, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî îro li ser platforma X’ê ragihand ku tevlêbûna Sûriyeyê ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 81’an bi dawî bû û got: “Piştî rizgarkirina Sûriyeyê ev cara duyemîn e em tev li Civata Giştî ya NY`yê dibin.”

Her wiha El Şeybanî got Sûriyeyê di dosyayên neteweyî, herêmî û navneteweyî de gavên pratîk avêtine û li ser asta civaka navneteweyî û rêxistinên wê têkiliyên xurt çêdike.

Li gorî malpera fermî ya Wezareta Karên Derve, serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şara û Esed El Şeybanî bi wezîrê karên derve yê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf, serokê Konseya Ewropayê Antonio Kosta, seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, serokwezîrê Hollandayê Rob Yuten, serokwezîrê Lubnanê Newaf Salam û prensê Kuweytê Sebah Xalid El Hemed El Sebah re kirine.

Her wiha Ehmed El Şera û Esed El Şeybanî hevdîtin bi Sekreteriya Giştî ya Komkara Erebî Nebîl Fehmî re kiriye û li ser ewlehî û aramiya Sûriye û herêmê nîqaş kirine.

Esed El Şeybanî jî hevdîtin bi wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan, ​​yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Keyaniya Yekbûyî Ed Miliband, yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan, yê Rûsyayê Sergey Lavrov, yê Hirvatistanê Gordan Grlic Radman û nûnerê taybet ê Têkoşîna li dijî Antîsemîtîzmê yê DYA’yê Yehuda Kaplan re kiriye.

Di hevdîtinan de bi giştî li ser rewşa Sûriyeyê û herêmê û dozên herêmî û navneteweyî, pêşxistina têkiliyan bi Hirvatistanê û Rûsyayê re axivîne.

Her wiha di çarçoveya hevdîtinên şandeyê bi saziyên navneteweyî re rêveberê Beşa Hevkariya Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve Quteyba Qadîş hevdîtin bi cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û rêveberê Ofîsa Xizmetên Projeyan a Neteweyên Yekbûyî Jorge Moreira da Silva re kir. Di hevdîtinê de li ser hevkariya di projeyan de axivîne.

Qadîş hevdîtin bi sekreterê Fona Karsaziya Berhemdar a Neteweyên Yekbûyî Pradeep Korokula û serokê Lijneya Rêvebirên Fona Cîhanî Stefano Manservezzi re kir.

Şêwirmendê Karûbarên Ewropayê li Wezareta Karên Derve û Koçberan Hemza El Mistafa, bi Ivan Medvetzky, Cîgirê Sekreterê Dewletê ji bo Têkiliyên Dualî bi Welatên Başûr re li Wezareta Karên Derve ya Macaristanê re hevdîtin kir. Hevdîtin di çarçoveya xurtkirina têkiliyên dîplomasî yên Sûriyê bi dewletên dîtir re hate kirin.

Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wan sermayeyên Sûriyeyê yên di salên borî de bi qaçaxî derxistibûn derveyî Sûriyeyê û wan dest danîbû ser, radestî şandeya Sûriyeyê kiriye.

(np)