Wê danûstandinên Îran-Amerîkayê li Omanê bên kirin

AFPˊê li ser zimanê dîplomatek ragihand ku dê danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de li Seltenet Oman bên kirin.

Wê danûstandinên Îran-Amerîkayê li Omanê bên kirin
4 sibat, 2026   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî Ereb ji AFPˊê re got danûstandinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, li şûna ku berê hatibû gotin ku wê li Tirkiyeyê bên kirin, wê li Seltenet Omanê bên kirin. hat diyarkirin ku hîna çarçoveya dawî ya van danûstandinan krîtîk nebûne.

Dîplomat anî ziman ku "Îraniyan daxwaz kir ku hevdîtin li Seltenet Oman be, Amerîkayiyan jî erê kir." Dîplomat got hîna çarçoveya danûstandinan di lêkolînkirinê de ye û gengaz e pêşdeçûn di vê yekê de di dema pêş de çêbibin.

(fr)