Li Nîjeryayê di êrişeke çekdarî de 162 kes hatin kuştin

Di êrişa çekdarî ya li gundekî rojavayê Nîjeryayê de 162 kes hatin kuştin.

Li Nîjeryayê di êrişeke çekdarî de 162 kes hatin kuştin
4 sibat, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berpirsên Xaça Sor ji AFPˊê re gotine, di êrişa çekdarî ya li gundekî rojavayê Nîjeryayê de 162 kes hatine kuştin.

Sekreterê şaxê Xaça Sor li Eyaleta Kwara Babaomo Ayodeji diyar kir ku "hejmara kuştiyan gihîştiye 162 kesan" û destnîşan kir ku xebatên lêgerînê li herêmê hîn jî berdewam dikin da ku cenazeyên din werin dîtin.

(fr)