Wateya reng û dirûşma pêngava 25′ê Mijdarê
"Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî" dirûşma pêngava Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelo wateyên peyvên diruşmê çi ne?
Di 13′ê mijdarê de bi sedan jinên Ereb, Kurd û Suryan bi cil û bergên xwe yên neteweyî berî dan Stada Şehîdên 12′ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê û qada Panorama ya li Reqayê da ku bernameya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan aşkera bikin. Jinan alên biçûk ên bi rengên mov û pirteqalî hilgirtibûn ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li ser hatib nivîsandin. Her wiha pankartên mezin ên bi nivîsa "Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî" vekiribûn ku dirûşma sereke ya pêngava 25′ê Mijdarê ye. Gelo nîşaneyên rengên pirteqalî û mov çi ne?
Li gorî rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên, dirûşma pêngavê û rengên wê ji rêzê nehatine hilbijartin, lê belê xwedî nîşaneyên dîrokî ne ku pêvajoya têkoşîna jinan û pergala qirkirinê ya li hemberî wan şîrove dikin.
Jiyan Hisên destnîşan kir ku beriya ragihandina pêngavê û aşkerakirina dirûşma wê, gelek civîn hatin lidarxistin û got: "Di civînan de rewşa jinan ji tevahî aliyan ve hat analîzkirin, li dawiyê tevahî rêxistinên platforma çalakiyên hevbeş li ser vê dirûşmê li hev kir.′′
Jiyan têgehên dirûşma pêngavê yek bi yek şîrove kirin: "Ruxmî ku jinan di şoreşa xwe de gelek destkeftî bi dest xistin û gavên mezin avêtin, lê tundiya li ser wan dewam dike. Tundî ne lêdana bi fîzîkî tenê ye, lê belê gelek şêwe û rêbazên wê wekî tundiya aborî, an dirûnî, an tenduristî anî jî devkî hene. Heta roja me ya îro tevahî cûreyên tundiya li dijî jinan têne meşandin, hîna jî zîhniyeta baviksalar di civakê de serdest e. Divê bal were kişandin li ser tundiyê û têkoşîna jinan a li hemberê wê. Ji bo têgeha dagirkerî jî; beşek ji xaka Sûriyeyê mîna Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Bab û Ezaz ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Li van herêmên cûreyên herî giran ên tundî, zilm û binpêkirina mafan li dijî jinan têne kirin. Mayîna dagirkeran dê asta tundiyê zêdetir bike, lew ra me xwest balê bikişînin ser dagirkeriyê û encamên wê."
Derbarê beşê din ên dirûşma pêngavê an ku "Jin, Jiyan, Azadî" de Jiyan Hisên ev nirxandin kir: "Jin, Jiyan Azadî êdî bûye dirûşmeke cîhanî. Ev dirûşm di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de, her wiha di Serhildana Gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve di Îlona par de hat berzkirin. Ev dirûşm ji bo têkoşîna tevahî jinên cîhanê bûye metodek.′′
Ji bo rengên pêngavê jî, pirteqalî li ser asta cîhanê nîşana tundiyê ye û mov jî rengê taybet ê jinan e.
(bb)
ANHA